NAVENDA NÛÇEYAN – Bi diruşmeya “Dem dema azadiyê ye, teqez em ê bi serbikevin”, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Cizîrê li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û xwedîderketina li pêngava greva birçîbûnê ya girtiyên di zindanên dewleta Tirk de çalakiyek li ber avahiya Komîseriya Kar û Barên Koçberan a NY’yê ya li bajarê Qamişlo li dar xist.
Di çalakiya ku bi dehan şêniyên bajarê Qamişloyê tev lê bibûn de, endama Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Cizîrê Mîdya Mihemed axivî û got: “Ji bo ku em ji bandora dagirkeriyê xilas bibin, divê destpêkê em rêber Abdullah Ocalan azad bikin.”
Mîdya Mihemed piştgiriya xwe bi girtiyên siyasî yên di zindanên dewleta Tirk de nîşan da û wiha domand: ” Em ê xeta berxwedanê dewam bikin û çalakiyên xwe berfirehtir bikin da ku armancên xwe yên jiyaneke bi azad û rûmet pêk bînin.”
Çalakî dê bi beşdarbûna endamên saziyên sivîl û leşkerî 9 rojan berdewam bike.