MARÎGNANE – Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bi dirûşma “Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re – bi hev re serhildan” çalakiyek li dar xistin.
Ciwanan bal kişandin ser greva birçîbûnê ya li zindanan ku li dijî tecrîdê 48 roj in dewam dike û bang li ciwanan hemûyan kirin ku li dora vê çalakiyê bicivin.
Di daxuyaniya ciwanan de hate ragihandin ku ew xwedî li çalakiya berxwedêrên greva birçîbûnê derdikevin û daxwazên wan mîna daxwazên xwe dibînin.
Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, alên PKK û TCŞ’ê hatin hildan.