NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hat destpêkirin, di roja 49’emîn de dewam dike.
Girtiyên siyasî yên PKK û PAJK’ê, di 27’ê Mijdarê de, bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ê ku 21 salin li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê girtin û şermezarkirina binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de zêdebûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyan, di roja 49’yemîn de dewam dike.
Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî, li dijî tecrîda li Îmraliyê, bi pêşengtiya jinan di 18’ê Kanûnê de, çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirn. Çalakiya li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê, di roja 28’yemîn de didiome.