ÊLÎH – Polîsên dagirker li Êlihê li 8 kesên sersala Kurdan pîroz kir 7 hezar û 200 tl cezayê pereyan birî.
Kurd her sal di 13’ê Çile yê li gorî salnameya mîladî sersala xwe pîroz dikin. Kurd bi navê Serê Salê binê malê şahiyan li dar dixin û sersala xwe pîroz dikin. Kurd wekî çand û kevneşopiyekê li gund û taxan mal bi mal digerin û sersalê pîroz dikin. Îsal dema 8 kesan li Êlihê serê salê pîroz kirin, polîsên dagirker cezayê pereyan li wan birî. Polîsên dagirker bi hinceta li dijî pivanê şewba corona û mesafeyê tev geriyane li her kesekî 900 tl bi giştî 7 hezar û 200 tl cezayê pereyan birî. Kesên ku polîsên dagirker ceza li wan birî jî diyar kirin ku li ruxmê li gorî pîvanên mesafeya fîzîkî tev geriyan jî dîsa polîsên dagirker ceza li wan birîye.