HELEBÊ – Di rêzçalakiyên Yekitiya Jinên Ciwan de, îro xwepêşandaneke ku bi sedan şêniyên bajarê Heleb beşdarê bûn, hate organîzekirin.
Xwepêşandêr li pêşiya navenda Yekitiya Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê kom bûn. Xwepêşandêran wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên Yekitiya Jinên Ciwan û kongereya Star rakirin û siloganên “Bi serhildana jinên ciwan em ê tolê hildin” berz kirin.
Xwepêşandêr li kolanên sereke yên taxa Şêxmeqsûd geriyan û li nêzî Nexweşxaneya Henan a li taxa Eşrefiyê rawestiyan.
Li wê derê endama rêveberiya Jinên Ciwan li Helebê Evîn Mihemed axivî û sûc û topbarana dewleta Tirk li dijî herêmên Sûriyê û koçberkirina sivîlan, şermezar kir.
Evîn bal kişand ser girîngiya avakirina yekrêziya Kurdan û wiha got: “Hinek aliyên Kurdî bi destê dijminan bi navê kurdiyetê bazaran li ser herêmên me dikin. Bi taybet malbata Berzanî ya ku li dijî gel û tevgera azadiyê bi dewleta Tirk re, li hev kiriye.”
Derbarê tecrîda li ser rêber Ocalan de jî Evîn got: “Dem dema bilindkirina berxwedanê ye, em ê xwedî li berxwedana çalakvanên greva birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyê derkevin.”
Evîn Mihemed wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em ê rêya ku şehîdên azadiyê ji bo avakirina welatekî demokrat û azad li ser bingehên neteweya demokratîk xêz kiriye, bişopînin.”