NAVENDA NÛÇEYAN – Weşanxaneyên ragihandinê yê MÎT’a tirkan, yê KDP û ENKS bi yek dengî îddayên wek PKK “zarokan direvine”, QSD, YPJ û YPG “zarokan bi zorê bi çek dike” belav dikirin. Li Rojavayê Kurdistanê ev zarokên ku ji bo wan ev îdda dihat kirin û malbatên wan zarokan ji raya giştî re axivîn û polîtîkayên şerê taybet yê MÎT-KDP-ENKS vala derxist.
Li ser torên sanal malpera bi navê ‘Proaktif Atölye’ ku polîtîkayên şerê taybet yê dewleta tirk a dagirker deşîfre dike, derbarê wan îddayên ku MÎT-KDP-ENKS ji bo zarokên li Rojavayê Kurdistanê pêşdixistiye, parvekirinan kir û derewên wan ê şerê taybet derxist holê.
Medyaya derewan a şerê taybet ku jina ciwan a bi navê Esrin Mihemed wek ‘hatiye înfazkirin’ servîs kiribû, bavê wê ev yek derewand û diyar kir ku keça wî bi îradeya xwe beşdar buye. Bavê Esrin Mihemed daxuyakirin ku keça wî ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi bombebaranê hatiye şehîd xistin. Di axaftina xwe bav da diyarkirin ku rejîma Îranê bi zorê belgeyek bi wî daye îmzekirin ku tê de keça wi hatiye revandin hatibû nivîsand. Ji ber vê yekê bavê Esrin necar maye koçberî Başûrê Kurdistanê bibe. Di dawiya axaftina xwe bav daxwaz kir ku kes baweriya xwe bi zaliman nine.
Dîsa medyaya yekalî ji bo jina ciwan a bi navê Hêlîn Fehd îddaya ku hatiye revandin pêşxistî bû. Dayika wê diyar kir ku keça wê pirr ji hevalan hezdike. Her wiha got ku keça wê diçu dibistana bilind, lê ew bi biryara xwe ji dibistane derket û tevlî hevalan bibû. Dayikê diyar kir ku ew ji vê yekê qayîle û bi keça xwe re serbilinde. Dayik got “ger keça min neçe, keçê yên din neçe wê ew dem kî biçe?”
Lina Abdulbaki ku dihat îddakirin ew hatiye revandin axivî û ev tişt anî ser ziman: “Min xwest ez li dijî DAIŞ’ê şer bikim. Ji ber vê ez tevlî bûm. Lê ji ber emrê min biçûk bû hevala min wegerandim mala min.”
Bavê Lina jî wiha got: “Ez bixwe endamê QSD’ê me. Ger ev îddayan rast be, ew dem min bixwe keça xwe revandiye.”