NAVENDA NÛÇEYAN – Bi daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 27’ê Mijdarê de girtiyên siyasî yên li girtîgehan dabûn destpêkirin ket roja xwe ya 50’emîn.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku koma 10’an dewr girtî bû, di roja 50’an de ye.
Girtiyên çalakiya greva birçîbûnê didomînin gotin: “Divê demildest daxwazên me bên qebûlkirin.”
Bavê girtî Veysî Mîran Işik ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abullah Ocalan di greva birçîbûnê de Ramazan Işik, diyar kir ku bi rakirina tecrîdê wê riya demokrasiyê vebe û xwest daxwazên girtiyan bicih werin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger ku girtiyan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dane destpêkirin di roja 50’emîn de dewam dike. Girtî her carê dibêjin ku heta daxwazên wan bicih neyên, wê çalakiya xwe bidomînin. Bavê girtî Veysî Mîran Işik ê ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê, di çalakiya grevê de, Ramazan Işik diyar kir ku daxwazên girtiyan hiqûqîne û xwest daxwazên wan bên qebûlkirin.Bav Işik, da zanîn ku heke daxwazên girtiyan bicih bînin wê riya demokrasiyê jî vebe û wiha got: “Ji ber vê yekê rakirina tecrîdê tê wateya kaosa li Tirkiyeyê jî bi dawî bibe.”