QAMIŞLO – Civîna salane a giştî ya Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi şiyara “Bi xwendekarên Azad emê teqez serbikevin” li bajarê Qamişlo li zaningeha Rojava pêk hat. Di civînê de rewşa rêxistinî, kar û xebatên xwendekaran yê sala derbasbûyî hatin nirxandin.
Civîna xwendekaran ku li ser asta herêma Cizîrê lidar ket, bi yek deqe rêzgirtin ji bo Şehîdên Şoreşê destpê kir. Piştre rewşa siyasî ji aliyê rêveberiya xwendekaran Adil Ehmed ve hate nirxandin. Di civînê kar û barê xwendekaran yê sala 2020’an bi berfirehî hatin niqaşkirin. Derbarê sîstema demokratîk a xwendekaran niqaş bireve çûn.