NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî nûçeya ANHA’yê, dewleta tirk a dagirker liv û tevgera xwe ya leşkerî ya li gundê Til Menaxê ya li bakurê navçeya Til Temirê û li ser rêya navçeya Zirganê ye, zêde kir.
Hate ragihandin ku kozikên li ser girê gundê Menaxê rakirine û li şûna wan tank bi cih kirine.
Girê li gundê Til Menaxê cihekî stratejîk e ku li ser rêya navbera Til Temirê û Zirganê ye.
Sewqiyata nû ya leşkerî di demeke welê de hate kirin ku êrişên dewleta Tirk ên li ser gundên Til Temir û Zirganê zêde bûne.