NAVENDA NÛÇEYAN – Bi daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 27’ê Mijdarê de girtiyên siyasî yên li girtîgehan dabûn destpêkirin ket roja xwe ya 52’emîn.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku koma 11’an dewr girtî bû, di roja 52’an de ye.
Girtiyên çalakiya greva birçîbûnê didomînin gotin: “Divê demildest daxwazên me bên qebûlkirin.”
4 pirtûkên ku ji bo girtiya bi navê Reyhan Çoşmuşlu ya li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dimîne hatin şandin, bi hinceta kurdî bûn hatin desteserkirin. Rêvebera MA-TUHAYDER’ê Fatma Akaltun balkişand ser zextên li girtîgehan zêde bûne û got divê berteka civakî derkeve holê.
Girtiyan bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û dawî li binpêkirinên mafan yên tên jiyîn bê di 27’ê Mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Lê li binpêkirinên mafan ên girtîgehê roj bi roj yên nû zêde dibin. Girtiya bi navê Remziye Coşmuşlu li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dimîne û hefteya borî xizmek wê ku çû hevdîtinê 4 pirtûk yên Selîm Temo, Evîn Şîkakî, Alî Aydin Çîçek û Soran Amed jê re bir lê rêveberiyê bi hinceta Kurdî hatine nivîsin pirtûk desteser kirin.
Fatma Akaltun ya rêvebera Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyên Marmarayê (MA-TUHAYDER) û çûbû hevdîtina Reyhan Coşmuşlu der barê mijarê de axivî.