NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Tolhildanê ya Ethem Sarisuluk a HBDH’ê daxuyaniyek da û got:
“16’ê Çileya 2021’ê saet derdorî 22:00’an li ser rêya Papatya ya Taxa Huzur a navçeya Înegol a Bûrsayê 4 notirvanên xizmetkarên faşîzma qesrê ku li nava wesayîteke bi markeya BMW’ê bûn, şopandin û bi bombeyên destan kirin hedef.
Piştî teqînê wesayît şewitî û bû xwelî, notirvanên bi ambûlansê rakirin nexwexaneyê, li ser aqûbeta wan ti agahiyek nehatin girtin.”