NAVENDA NÛÇEYAN – Bi daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 27’ê Mijdarê de girtiyên siyasî yên li girtîgehan dabûn destpêkirin ket roja xwe ya 52’emîn.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku koma 11’an dewr girtî bû, di roja 52’an de ye.
Girtiyên çalakiya greva birçîbûnê didomînin gotin: “Divê demildest daxwazên me bên qebûlkirin.”
Dayika girtîyên siyasî Abdullrahîm û Abdulqadir Baybars ên ku li dijî tecrîtê ketine greva birçîbûnê Resmiye Baybars, diyar kir ku her roj mafê girtiyan tê binpêkirin, hemû girtî di tecrîtê de ne û ji bo dawî li van pêkanînan were pêwîste her kes serî rake û bêje êdî bes e.
Çalekiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku girtiyan li dijî rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan di 27’ê Mijdarê de dabûn destpêkirin di roja xwe ya 52’an de berdewam dike. Girtî diyar dikin ku heta daxwazên wan neyên cih ew ê çalekiya xwe bidomînin. Resmiye Baybars a dayika girtiyên siyasî Abdulqadir ê di girtîgeha tîpa L ya Osmaniyê de di hucreya yek kesî de dimîne û Abdullrahîm ku di girtîgeha Tîpa T ya Sîlîvrî de dimîne ji ajansa me re axivî û got ku ew her roj bi binpêkirinên mafan ku li derve û hundir tev de tên kirin re rûbirû ne. Resmiye di axaftina xwe de bang li hemû malbatên girtiyan kir û got divê em êdî serî rakirin û li dijî van binpêkirinan bêdeng nemînin.
Abdullrahîm (26) û birayê xwe Abdullqadir (25) di pêvajoya şerê xweseriyê de bi birîdarî hatin girtin. Abdullrahîm 16 sal ceza girt û sirgunê girtîgeha Tîpa L ya sergirtî ya Sîlîvrî hat kirin. Abdullqadir jî di heman salê de di temenê xwe yê 18 salî de hat girtin û sirgunê girtîgeha Tîpa T ya Osmaniyê hat kirin. Abdullqadir ê ku cezayê muebetê lê hatiye birîn 4 sal in di hucreya yek kesî de tê girtin. Her du bira jî li gel birîndariya wan tundiya gotinî û fizîkî li wan tê kirin. Birînên wan ne hatin dermankirin û ji aliyê personelên girtîgehan ve zextên li wan tên kirin berdewam dikin. Dayika wan Resmiye jî di derbarê vê yekê de berteka xwe nîşan da û got zarokên wê di nava tecrîta girankirî de ne.