STENBOL – Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Stenbolê ji bo destekkirina berxwedana greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, nivîs û meş pêk anî.
Meclîsa Ciwanên Stenbolê ji bo piştgirî dayîna berxwedana greva birçîbûnê ya bêdem-bidorveger a ku ji hêla ciwanên li navçeya Sancaktepe hatî destpêkirin, xebatek nivîskî pêk anî. Di nivîsan de dirûşmên “Tecrîdê bişkîne, azad be, deng bide greva birçîbûnê,li dijî tecrîdê berxwebide” derket pêş.
Meclîsa Ciwanan her wiha pankartên li ser kolanên Arnavutköyê ji pankart daliqandin.
Li gelek navçeyan, nemaze li Arnavutköy û Okmeydanı, ciwanan ji bo protestokirina tecrîdê bi meşale û fîşekên agir meşiyan. Di dema meşan de, belavok hatin belav kirin û di 21ê Çile de li Kadıkoyê çalakiya bê pêkanîn gel hate dawetkirinê.