NAVENDA NÛÇEYAN – Bi daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 27’ê Mijdarê de girtiyên siyasî yên li girtîgehan dabûn destpêkirin ket roja xwe ya 52’emîn.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku koma 11’an dewr girtî bû, di roja 52’an de ye.
Girtiyên çalakiya greva birçîbûnê didomînin gotin: “Divê demildest daxwazên me bên qebûlkirin.”
Polisan, mudaxaleyî çalakiya ku Rêxistina HDP’ê ya Dersimê xwest ji bo tecrîda li Îmraliyê û greva birçîbûnê bikin, kir.
Rêxistina HDP’ê ya Dersimê, ji bo balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û greva birçîbûnê ya ji bo rakirina vê tecrîdê hatiye destpêkirin, xwest li kolana hunerê ya bajar daxuyanî bide. Polisan, destûr neda daxuyaniya hat xwestin li vir bê dayîn. Ji ber ku kolan hat dorpêçkirin HDP’iyan li ber avahiya partiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de beşdaran pankarta “Bila daxwaz bên qebûlkirin, çalakiya grevê bê bidawîkirin” vekirin.