NAVENDA NÛÇEYAN –
Heyeteke eskerî ya dewleta Tirk bi serokatiya Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar ê pîlansazê mîzansena darbeya 15ʼê Tîrmehê, tevî berdestiyê xwe Fermandarê Giştî yê Artêşa Tirk Yaşar Guler bi zûrbeyeke çete çû serdana Bexdayê û Hewlêrê. Ew bi giregirên vê herêmê re rûniştin. Li Hewlêrê bi Barzaniyan re bi Mesûd Barzanî, Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî re yek bi yek peyivîn. Li Bexdayê jî serokkomarê Kurd Berhem Salih, serokwezîr Mustefa Kazimî û wezîrê parastinê Cûma Anad Sadûn El Cubûrî heyet pêşwazî kirin. Bêguman gelekî bi dilê dewleta Tirk bû bi vî awayî heyeta wê hat qebûlkirin.
Di heman demê de Tirkmenên Kerkûkê bi hatina heyetê ewçend kêfxweş bûn, derketin meydanê, xwe nîşandan û îşaretên nijadperestên Tirkan kirin. Akar jî li Hewlêrê – bi gotina beşê Tirkî yê Rûdawê, li Erbîlê – bi koma Tirkmenan re rûnişt û paşê ev weke muhabeteke xweş a bi biraderên xwe re bi nav kir.
Piştî van hevdîtin û danûstendinan, li gorî usûla dîplomasiyê divê der barê naveroka hevdîtinan de daxuyanî bêne dayîn. Lê ev usûl li Rojhilata Navîn zêde nameşe.
Nexasim jî mijar Kurd bin, pêdivî bi vê nayê dîtin an jî bi zanîn nayê kirin. Lê Hûlûsî Akar der barê hevdîtinên xwe de bersiv daye pirsên Ajansa Anadoluyê ya dewleta Tirk û eşkere gotiye, ew dixwazin “terorê” ango her Kurdê doza azadiyê dike, li tevahiya Iraqê, li Mexmûr û Şengalê tine bikin. Ji 1925ʼan ve dewleta Tirk gotinekê li dijî Kurdan dibêje û Akar ew gotin dubare kir û got; “Heta Kurdek ‘terorîstekʼ bimîne wê têkoşîna me dewam bike.”
Di heman demê de Akar kêfxweşiya xwe tîne ziman û dibêje; “Ez kêfxweş im ku min di hevdîtinan de dît ku helwêst û fikrên me nêzî hev in, û me di gelek mijaran de li hev kir.” Serekçeteyê eskerî yê dewleta Tirk Hûlûsî Akar bi vî awayî fikrên xwe eşkere tîne ziman. Baş e, gelo ne ji mafê me ye ku em bizanin ka serkirdeyên Kurdan jî di vî warî de çi dibêjin û ji wan bixwazin daxuyaniyê bidin û fikrên xwe bibêjin. Eger ew li hemberî van gotinên Akar bêdeng bimînin, ev tê wê maneyê Akar rast dibêje û bêbextiyê li kesî û naveroka danûstendinan nake. Yanî ev tê wê maneyê, bi Akar re hemfikr in û li hev kirine ku heta kurdekî tenê yê azadîxwaz bimîne, ew ê li cem çeteyên dewleta Tirk cih bigirin.
Di heman demê de doh (20ʼê Çile) salvegera sisiyan a dagirkirina Efrînê bû. Dewleta Tirk a çete bi hevsengiyên siyasî û palpiştiya NATOʼyê ket Efrînê. Sê sal in ku li pêş çavê cîhanê her sûcî dike û ev sûc hemû ji bo mirovahiyê çilkeke reş in, wê ji eniyê neçe. Hin komên bi esil Kurd jî di dagirkirinê de li cem dewleta Tirk cih girtibûn û derketibûn pêşberî ekranan û gotibûn, wê YPG û YPJʼê ji tevahî Rojavayê Kurdistanê derxin. Piştî ku dewleta Tirk ew bi kar anîn, îca li Başûr kirasek li wan kir û ew navê pîroz ê Kurdan navê pêşmerge li wan kir. Tevî ku bi hezaran abîdeyên qehremaniyê, pêşmerge û gerîla hene, hinek kesên kurtêlxur û bizdonek hewl didin kirasê kurdîtiya azad û demokratîk li van maşikên di destê dijmin de bikin.
Ne tenê ev, danûstendina xayînên bi esil Kurd û Kurdên azadîxwaz weke danûstendinên ji bo yekîtiyê dibînin. Bi kurdî navê Kurd û Kurdistanê hil dide û li ser sifreya dijmin rûniştiye. Hinek jî haya wan ji bayê felekê nîne û bêyî ku bikaribin bifikirin, bi ber bayê wan dikevin. Ma evqasî şîlo ye. Ma evqasî sînorê azadîxwazî û xiyanetê têkilî hev bûne. Xwe ji bo çeteyên dewleta Tirk ên perwerdekirî li erdê dixe û tu nabînî rojekê qala keç û kurên Kurdan ên herî nadîde û azadîxwaz ên şehîd dibin bike. Tu dibêjî qey ew keç û kur ên Kurdan nînin ji Marsê hatine Kurdistanê. Jixwe hin şîrheramên qûna xwe xistine dawa dewleta Tirk an jî Ewrûpayê, dibêjin, ev ji bo Kurdistanê şer nakin. Axir, ez zêde dirêj nekim. Divê em hev di warê xetên azadî û serxwebûnê de şiyar bikin. Naxwe wê hinek bê îman biçin. Ma qey hûn nabînin Akar ji we re çi dibêje. De ka hûn jî tiştekî jê re bibêjin…
REŞAT SORGUL
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA