NAVENDA NÛÇEYAN – Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Stenbolê ji bo destekkirina berxwedana greva birçîbûnê ya li girtîgehan li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, li gelek cihan xebatên nivîskî li darxist.
Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Stenbolê, ji bo piştgiriyê bide girtiyên ku li girtîgehan bi vîn û biryardariyek mezin li ber xwe dan, li Taxa Tarlabaşi ya navçeya Beyoglû ya Stenbolê xebata nivîsandinê meşand.
Di nivîsan de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Ya Mirin Ya Azadî”, “Tecrîdê Bidawî Bikin”, “Deng bidin Zindanan” û “Dengê Greva Birçîbûnê Bidin” derketin pêş.
Meclîsa Ciwanan rojên berê jî heman avayê çalakî lidarxistîbûn. Meclîsa ciwanan çalakiyên grevên birçîbûnê yên di roja 58. de li girtîgehan dane destpêkirin didomîne, û bang li her kesî dike ku berxwedan û daxwazên girtiyan pêk bîne û tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bike.