ŞENGAL – Çalakiya Ciwan û Gelê Şengalê ya bi armanca destekdayîna Asayişa Êzidxanê hatî destpêkirin, di roja xwe ya 53’yan berdewam dike.
Welatiyên Şengalê di çerçoveya li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armaca pişgirîdayîna Asayişa Êzidxan, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane.
Çalakiya ku bi dirûşmeya “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 53’yan de ji aliyê meclis û saziyên Şengalê ve dewam dike.
Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman. Xelkê Şengalê diyardikin ku heya daxwazên wan pêkneyên, ewê dev ji berxwedana xwe bernedin.