NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hat destpêkirin, ket roja 60’emîn. Çalakiya li Mexmûrê di roja 39’emîn û ya li Yewnenistanê jî, di roja 22’emîn de dewam dike.
Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F tê girtin û şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan de zêdebûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya ku koma 12’emîn dewr girt, di roja 60’emîn de berdewam dike.
78 girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Rihayê girtî ne, xwestin sewqî Girtîgeha Îmraliyê bibin. Hat hîn bûn ku girtiyan yek bi yek daxwazname ji rayedarên girtîgehê re nivîsandine û daxwaza sewqkirinê kirine. Hat zanîn ku rayedarên girtîgehê heta niha ne erênî ne jî neyînî tu bersiv nedane daxwaznameyên girtiyan.