NAVENDA NÛÇEYAN – Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan di 27’ê Mijdarê de ji aliyê girtiyên siyasî ve hatibû destpêkirin, îro koma 13’emîn dewr girt û grev ket roja xwe ya 61’emîn.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin îro koma 13’emîn çalakî dewr girt û çalakî ket roja 61’emîn.
Hanîfî Kaçar ku ev 17 sal in di girtîgehê de ye û hevjîna Hanîfî Edalet Kaçar diyar kir ku rakirina tecrîdê daxwaza hemû kesan e û ev tişt got: “Bila êdî ev zilma li ser girtîgehan biqede. Gava ev tecrîda li ser girtîgehan û li ser serokatî ji holê rabe, wê demê aştiyekê mayînde pêk bê.”
Di 27’ê Mijdara 2020’an de girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye û herêmê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ji bo şermezarkirina binpêkirina mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Têkîldarî mijarê xizmên girtiyan banga hestiyariyê dikin. Her wiha zextên li hemberî girtiyan her roja ku derbas dibe zêdetir dibe.
Girtiyê PKK’yî Hanîfî Kaçar (56) ku cezayê muebetê lê hatiye birîn, ev 17 sal in di girtîgehê de ye. Ji roja hatiye girtin heta niha gelek caran hatiye sirgunkirin. Hanîfî niha jî li girtîgeha Manîsayê ya Tîpa T’ê de dimîne û yek ji girtiyekî nexweş e. Hevjîna Hanîfî, Adalet Kaçar diyar kir ku ji roja hatî girtin heta îro bi gelek zext û îşkenceyê re rûbirû maye.
Adalet got girtî di şert û mercên li dij mirovahî de têdikoşşin û wiha pêdê çû: “Ji aliyê hemû kesan ve jî tê zanîn, helwestên ku li ser girtiyan tê meşandin tu kes nikare qebûl bike. Girtî jî ev binpêkirinan qebûl nekirin. Lewra li dijî wê dest bi greve kirin. Dîvê çalakiya girtiyan xwe bighîne armanca xwe. Da ku daxwazên wan neye cih ne ji bo girtiyan ne jî ji bo malbatan aramî heye.”