ŞENGAL – Yekitiya Jinên Ciwan ê Êzidî (YJCÊ) û Yekitiya ciwanên Êzidî (YCÊ) li dijî gefên Tirkiyê daxuyaniyek dan.
Daxuyanî li Baxçê Serok Apo ê li Çiyayê Şengalê de Ji aliyê Endamê YCÊ Salim Şengalî ve hate xwendin.
Daxuyanî li ser Navê Yeketiya Jinên Ciwan ê Êzidî (YJCÊ) û Yeketiya ciwanên Êzidî (YCÊ)
Hate dayîn wiha ye:
“Hevalên hêjja
Em wek Yekitiya Civanên ÊzidÎ bi hevkirina Bexda, Hewlêr û Enqerê bi tundî şermezar dikin. Van listokên wan li ser Şengalê tu carî em nahêlin bi ser bikevin. Bila dewleta Tirk ya dagirker bizanibe ev gefa li gelê şengalê ye. Em tu carî nahêlin ew n^zî sînorên Şengalê bibin.
Helwestên ciwanên Êzidî zelale: Emê heta talî di nav vê berxwedan û tekoşînêdebin. Bila dewleta tirk ya xwînrêj bizanîbe îhtiyaciya gelê Şengalê tu kesî nîne. Gel li têra xwe heye. Hemu sazî û dezgayê xwe avakirî ye. Ew hêza wê heye ku xwe bi rêve bibe. Bila dewleta dagirker baş bizanîbe ku eger were Şengalê çi pêwîst bike emê bikin. Ji ber vê bangawaziya me ji bo hemû ciwanên şengalê wiha ye bila li gel hêzên xwe yên fermî bin û yekitiya xwe ava bikin.”
Ciwana daxuyanî duruşmên “Bijî Berxwedana Şengalê” ve qedandin.