NAVENDA NÛÇEYAN – YPS’ê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku ew li dijî kargeheke girêdayî AKP-MHP ji hêla Tîmên Tolhildanê ya Şehîd Kawa Çekdar ve çalakiyek sabotajê pêk anîne û diyar kir ku dê hevkar û alîgirên AKP li her derê bibin hedefên wan.
Daxuyaniya ku ji hêla YPS ve hatî dayîn wiha ye; Endamên Tîma Tolhildanê ya Şehîd Kawa Çekdar, di çarçoveya “Pêngava Misogerkirina Azadiyê” de, di 23ê Çileyê de di saetên nîvro de li dijî kargeha pêlavan a hevkarê AKP-MHPê ya li taxa Fatih a Arnavutköy çalakiyek sabotajê li dar xistin.
Di encama çalakiya ku me kir de, febrîqeya xwediyê wê kesek faşîst bû, piranî hate rûxandin, û kamyonek û du wesayîtên luks ên aîdî kargehê bûn hatin îmhakirin.
Rejîma faşîst a AKP-MHP, ku her roj ji bo pêkanîna qirkirina Kurd her cûre hesab û planan dike, û hevkar û piştgirên wê dê li her deverê bibin armanca me. Em ê sondên tolhildana şehîdên Berxwedana Xwerêveberiyê dubare bikin û bi “hêza xwe ya cewherî” û “xweparastina xwe” re bi giyanê berxwedanê yê ku ji me re hiştin, tola wan hilînin.