AMED – Di roja 61’emîn a greva birçîbûnê ya ku li dijî tecrîda li ser gelan di şexsê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de li navçeya Amed Sûrê de, ciwanên welatparêz kolan bi kolan, tax bi tax banga piştgiriyê kirin.
Ciwan li navçeya Sûrê hatin cem hev û bê navber siloganên “Bijî Berxwedana Zindana”, “Silav, Silav li Îmraliyê re hezar silav”, “Hezar Silav ji Rêhevalên Li zindanan Berxwedidin re” dengê xwe bilind kirin. Gelê herêmê bi çepik û zilgitan ve piştgirî da meşa ciwanan.