NAVENDA NÛÇEYAN –
Girtiyên zindanê Bakurê Kurdistan û Tirkiyê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 27’ê Mijdara 2020’an vir ve greva birçîbûnê de ne.
Ji bo girtiyên ku greva birçîbûnêde ne piştgiriya gel û ciwanan roj bi roj bilind dibe.
Taybet Meclisa Ciwanan ya HDP’ê demên dawî de çalekiyan re pêşengtiyê dike.
Herî dawî ciwanên Stenbolê giranî dan li ser xebatên nivîsên diwaran û daliqandina panqartan.
Esenlera Stenbolê de li ser pireyekî ciwana panqarta ku bi zimanê Îngilizî “Bijî berxwedana zindana” daliqand.
Dîsa Arnavutkoy û Gaziya Stenbolê de jî bi heman armancê ve ciwanan xebatên nivîsên diwara kirin û gelek aliyên bajêr de panqartên ku baldariyê dikşîne li ser tecrîd û grevên birçîbÛnê hatin daliqandin.
Herî dawî ciwana diyar kir ku ewên li dijî tecrîdê çi destê wan bê yê pêk bînin.