NAVENDA NÛÇEYAN – Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan di 27’ê Mijdarê de ji aliyê girtiyên siyasî ve hatibû destpêkirin, îro koma 13’emîn dewr girt û grev ket roja xwe ya 63’emîn.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin îro koma 13’emîn çalakî dewr girt û çalakî ket roja 63’emîn.
Esmîhan Abî ku 6 sal in kurê xwe Ebedîn Abî yê 25 sal in girtiye û nexweş e nedîtiye got: “Berî bimirim dixwazim wî bibînim.” Dayik Abî, xwest kurê wê bê berdan.
Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 604 jê giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Yek ji van girtiyan jî Ebedîn Abî ye. Abî di sala 1996’an de li Bêşebaba Şirnexê hatiye girtin û cezayê muebeda giran lê hatiye birîn. Abî, niha di Girtîgeha Bunyan a Kayserî ya Jimar 2 a Tîpa T’yê de ye. Nexweşîna dil, şekir, tansiyon bi abî re heye û her wiha her du çavên wî baş nabînin. Ji xeynî vê gurçika wî û nigên wî jî nerihet in. Abî, di 22’yê Çileyê de anjiyo bûye û ji ber nexweşîna xwe zihîf dibe û niha 45 kîlo ye. Abî, di sala 2016’an de emeliyata apandîsîtê û di saşla 2017’an de jî emeliyata fitiqê bûye.