PARÎS – Çalakiyê êvara Çarşemê li ber gara trenê ya Vîllîer Le Belê dest pê kir.
Çalakî di çarçoveya pêngava “Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; bi hev re serhildan” pêk hat.
Ciwanan di meşê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Assassîn Erdogan” (Kujer Erdogan), “A bas le rejîme fascîste en Tûrqûîe” (Bimire rejîma faşîst a Tirk), “Bijî Serok Apo” û “Bi hev re serhildan” qîriyan.
Ciwanan diyarkirin ku wê çalakiyên wan heta tecrîd bê şikandin bidome.