LAVRİO – Tevgera Ciwanên Şoreşger çû serdana berxwedêrên greva birçîbûnê yê Qampa Lavrioyê.
Girtiyên zindanê Bakurê Kurdistan û Tirkiyê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 27’ê Mijdara 2020’an vir ve greva birçîbûnê de ne.
Ji bo rakirina tecrîdê û girtiyên ku greva birçîbûnê de ne piştgiriya gel û ciwanan roj bi roj bilind dibe.
Ji bo piştgiriyê çar parçeyên Kurdistan û gelek deverên cihanê de grevên birçîbûnê jî destpê kirîbû.
Greva birçîbûnê ya Qampa Lavrio ya Yunanîstanê jî tevlêbuna gruba 6. ve berdewam dike. Di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Yunanîstanê de serdana berxwedêran hat kirin.
Ciwan ji aliyê gelê qampê bi coş hatin pêşwazîkirin û şahî hat lidarxistin.