NAVENDA NÛÇEYAN – Ji sala 2011’an û vir ve li Sûrî şer û alozî heye. Di encama vê karesatê de nêzî 2 milyon kes hatin kuştin. Zêdetirî 11 milyon kes jî ji cih û warê xwe bûn ango koçber bûn. Yên ku bûn sedema vê felaketê bêgûman hêzên navneteweyî bûn. Ji roja ku şer dest pê kiriye û heta niha, Emerîka û Rûsya jî di navê de bi dehan welatên Ewrûpa û Rojhilata Navîn destê xwe xistin nava aloziyê. Li şûna ku çareser bikin, xerabtir kirin.
Dema ku bihara Ereban dest pê kir li çend welatên Rojhilata Navîn gelan serî hilda. Lê pêşengên gel tinebûn. Daxwaza serhildêran hilweşandina rejîman bû. Yanî alternatîfeke ku dixwestin tinebû. Li Sûrî jî bi heman rengî serhildanên gel dest pê kirin. Tam jî di wî wextî de çirûska şoreşê li Rojava pêket. Ji Kobanê heta Efrînê, Qamişlo, Dêrik û Amûdê şoreşê dest pê kir. Li wê derê alternatîfa gel amade bû. Ji ber ku rêveberî û meclisên gel hebûn. Li bajar û navçeyên Rojava dawî li pergala zordest a rejîma Sûrî hat, li şûna wê jî meclisên gel hatin avakirin. Xelkê li Rojava beyî ku xwîn birije şoreşa xwe kir. Lê ev yek li hesabê hêzên navneteweyî nehat. Ji ber ku di hesabê wan de divê xwîn birije û xelk koçber bibe.
Li Rojavayê Kurdistanê piştî şoreşê bi demeke kin, Kanton hatin avakirin û rêveberiya xweser hat ragihandin. Her wiha ji aliyê eskerî, siyasî û îdarî ve gavên girîng hatin avêtin. Hêzên navneteweyî û yên dagirker jî betal neman. Ji bo têkbirina vê şoreşê Dewleta Tirk birin meydanê. Dewleta Tirk jî bi komên çete re hevkarî kir û berê wan da ser Şoreşa Rojava. Êrişên herî giran jî li dijî Kobanê pêk hatin. Yanî ew devera ku şoreşê lê dest pê kiribû. Nav û dengê Kobanê di demeke kin de li cîhanê belav bû. Bi saya Kobanê, navê Rojava hat bihîstin. Kobanê hevsengiya li herêmê jî guhert. Hêzên navneteweyî neçar man ku stratejiya xwe biguherin. Di Berxwedana Kobanê de hêza DAIŞ’ê hat şikandin. Bi vî rengî xweziya Erdogan di ber de ma. Lewma jî heta niha Kobanê ji bîra wî neçûye û her tim gefan lê dixwe.
Erdogan ê ku hevkarî bi çeteyan re kir, nekarî Kobanê têk bibe, lewma jî berê xwe da herêmên din ên Rojava. Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî tevî çeteyên xwe dagir kirin. Ev yek jî bi hevkariya hêzên navneteweyî pêk hat. Her wiha li Idlib, Bab û Cerablûsê jî dagirkeriya Dewleta Tirk hebû. Qaşo hêzên navneteweyî li pey çareseriyê bûn û dixwestin dawiyê li aloziyê bînin. Lê bi demê re derket holê ku yên vî şerî gur dikin, ew bi xwe ne. Eger ne bi wan bûya, Erdogan wê nekarîbûya ewqasî zêdegavî bikirana.
Di pêvajoya 10 salên derbasbûyî de ji bo çareseriya aloziya li Sûrî gelek civîn û hevdîtin pêk hatin. Li Cenevre, Astana û Soçiyê bi dehan civîn çêbûn. Qaşo ji bo çareseriyê hin kes kom dibûn. Lê di van kombûn û civînan de nûnerên gel tinebûn. Ez van civînan dişibînim daweteke bê bûk û zava. Dawetek heye û her kes tê wê derê, lê bûk û zava nayînin. Yanî xwediyê meselê bûk û zava, ne li dawetê ne. Wê demê ew dawet ji kê re ye. Welhasil heta niha jî ev civîn ango dawet hene. Herî dawî dîsa li Cenevreyê kom bûn û çend kes hatin cem hev. Lê yên ku li ser erda Sûrî dawî li teror û dagirkeriya çeteyan anî di vê civînê de dîsa ne amade bûn. Ango bang li wan nekirin. Yên ku bi çeteyan re hevkarî kir ango Dewleta Tirk amade bû. Dîsa li wê derê sebra xwe anîn û dawetek bê bûk û zava çêkirin.
Ji destpêka şerê li Sûrî û heta niha, hat dîtin ku yê dibe sedema koçberî û mirinê hêzên navneteweyî ne. Eger ew nebûna, di demeke kin de dawî wê li aloziyan hatibûya. Ji ber ku îro modeleke nûjen a demokrasiyê li Bakurê Sûrî tê meşandin. Tevî ewqas êrişên qirkirin û dagirkeriyê jî jiyaneke hevbeş li Rojava heye. Kurd û Ereb û pêkhateyên din jiyaneke bi hev re dimeşînin. Ew demokrasiya ku Ewrûpa pê pesnê xwe dide, îro li Rojava heye û ji ya Ewrûpayê zêdetir e. Di hemû beşên civakê de jin hene. Her wiha ji hemû pêkhateyan nûnerên gel di rêveberiyan de cihê xwe digrin. Eger çareseriyê dixwazin, ew jî amade ye. Bila modela niha ya li Rojava li temamê Sûrî pêk bînin.
Aslan Aslan
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA