STENBOL – Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan li Navçeya Gazî meşek meşaleyî pêk anî.
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê, ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, grevên birçîbûnê yên li girtîgehan dane destpêkirin meşek meşaleyî li dar xist.
Di meşa ku li Navçeya Gazî ya Sultangazî pêk hat de, ciwanan timûtim dirûşmên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Bijî berxwedana zindan” avêtin.