NAVENDA NÛÇEYAN – Ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê û binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan, ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27’ê Mijdara 2020’î û vir ve li girtîgehên dewleta Tirk ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi hezaran girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ne.
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) Şaxê Ewropayê têkildarî greva birçîbûnê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Li dijî polîtîkaya tecrîdê ya dîktatoriya faşîst, greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a girtiyên siyasî yên Kurd 2 meh li pey xwe hişt. Niha li 107 girtîgehan zêdeyî 2 hezar girtî di greva birçîbûnê de ne.”
Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dewleta Tirk a faşîst, ji bo têkoşîna şoreşgerî ya li Tirkiye û Kurdistanê bifetisîne bi rengekî bêperwa êriş dike. Ji sala 2015’an ve şerê qirêj giran kiriye û ji komkujiyan heta înfazan, ji hilweşandina bajarok û bajarên Kurdistanê heta êrişên qirkirina siyasî û girtinan, ji êrişên tunekirinê yên bi teknolojiyê heta dagirkeriya leşkerî û şer, ji terora polîsan a li nava kolanan heta rewakirina komkujiyên dijî jinan, heta terbiyekirina kedkaran bi birçîbûnê û qirkirina karkeran, her rê û rêbazê bi kar tîne.
Hewl dide li parçeyên Rojava û Başûrê Kurdistanê êrişên mêtingeriyê û dagirkeriyê berfireh bike, bi destê PDK’ê dixwaze îradeya Kurdan parçe bike û destketiyên gel hemûyan ji holê rake, fatûreya krîza aboriyê bixin stuyê gelên me û dîktatoriya xwe bi vî rengî dewam bike.
Herî dawî weke ku di mînaka Gokhan Guneş de hate dîtin, êrişên windakirina di binê çavan de ji nû ve xistiye dewrê.
Ji bo îradeya hêzên ku li ber van êrişan, komkujî û faşîzmê radibin bişikînin û tasfiye bikin, li girtîgehan tecrîdê û binpêkirina mafên mirovan di asta herî bilind de dike.
Bi girankirina tecrîda li ser lîderê PKK’ê, li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hewl didin çavê Tevgera Azadiyê ya Kurd û hêzên şoreşger sosyalîst bitirsîne.
Li ser Abdullah Ocalan û bi hezaran girtiyên li zindanên faşîzmê, tecrîd, zext û zilm tê kirin. Bi taybetî bi bahaneya pêvajoya pandemiyê, girtî ji derfetên têkilî û agahî wergirtinê bêpar tên hiştin, hevdîtinên wan tên astengkirin û mafên wan tên binpêkirin.
Li dijî polîtîkaya tecrîdê ya dîktatoriya faşîst, greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a girtiyên siyasî yên Kurd di 27’ê Mijdarê de dest pê kirin 2 meh li pey xwe hiştin. Niha li 107 girtîgehan zêdeyî 2 hezar girtî di greva birçîbûnê de ne.
Bi navê tevgerên şoreşger, sosyalîst, komunîst û welatparêz ên Tirkiyeyî û Kurdistanî yên li Ewropayê têdikoşin, em careke din radigihînin ku li dijî tecrîdkirina Birêz Ocalan û li hemberî binpêkirina mafên mirovan, êriş û êşkenceya li girtiyan, em piştgiriyê didin berxwedan û greva birçîbûnê ya li girtîgehan.
Li dijî pêla êrişa topyekûn a faşîzmê, em pêngava şoreşgerî ya ‘Faşîzmê hilweşînin, azadiyê bi dest bixin’ û têkoşîna yekbûyî ya wekheviya zayend, antî şovenîst, antî emperyalîst, antî faşîst û kampanya ‘Li dijî tecrîdê, azadiyê bi dest bixin’ silav dikin û biryardariya xwe nîşan didin ku vê têkoşînê li Ewropayê mezin bikin. Em bang li gelên xwe, hêzên pêşverû û şoreşger dikin ku ji bo bidawîkirina tecrîdê, têkoşînê mezin bikin û bi piştgiriya grevên birçûbûnê bikin ku rejîma faşîst paşve gavê biavêje.”