ÊLIH – Polîsan îro êrişê meşa yekitiya neteweyî ya li Êlihê kir û ligel êrişan gel daxwazên xwe bi dirûşmên xwe anîn ziman.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên yekitiye neteweyî de xwestin îro meşek li dar bixin. Beriya meşê Parka Atatûrkê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Dema ku girse xwest bi meşe polîsan êrîş bir ser girseyê. Ligel êrişên polîsan girse dîsa meşa xwe domand.
Girse bi dirûşma “Bijî berxwedana zindana”, “Zext nikare li ber me bibe asteng”, “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e, gel li vir e”, “Bimire xiyanet, bijî Kurdistan” û “Bijî Kurdistana azad” berz kirin û heta li ber Cadeya Amedê meşiyan. Li vir jî polîsan êrîş bir ser girseyê. Gelek kesan lêdan xwar û bi dehan kes jî hatin binçavkirin. Her wiha avahiya HDP’ê ya bajêr jî hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Ketin û derketina li avahiyê hat astengkirin. Her wiha polîsan êriş bir ser parlamenterên HDP’ê Ayşe Acar Başaran û Dêrsim Dag.
Meşê de kesên ku hatin binçavkirin ên ku navê wan diyar bû ev in:
Ferhat Kalkan Endamê Meclîsa Ciwanan
Keziban Kuday Endamê Meclîsa Ciwanan
Bermal Can Endamê Meclîsa Ciwanan
Gülistan Yılmaz Endamê Meclîsa Ciwanan
Diyar Acar Endamê Meclîsa Ciwanan
Berfin Can Endamê Meclîsa Ciwanan
Seyhan Erener
Abdi Onur Çakır
Halide Keser
Leyla Bayram
Emine ( Paşnav nehat fêrbuyin )
Aycan Dayanan
Mehmet Acar
Şiyar Koç
Emine Kaya
Suzan Aşkın
Besna Türkmen
Veysi Sarıtak