NAVENDA NÛÇEYAN – Ajansa Nuçe Ciwan li ser êrîşên dewleta Tirk yên li ser Rojava pêk tîne Bajarê Qamîşloyê nêrînê gel girt.
Dayika ku bi navê xwe Behiye wiha got: Em êrişên dewleta Tirk ên qirkirinê li se gel pêk tîne qebûl nakin. Ma em diçin wan dikujin? Ew ji boçi êrişên me dikin. Gelê kurd feqîr e, ew kuçik çi li me dixwazin?
Jina Ereb Hibetullah jî got , Gefên dewleta Tirk a li ser bakur û rojhilatê Sûryeyê û Şengalê ji bo tirsandina xelkên herême ye û koçberkirina wan. Bi heman armancê ku hişt Tirk çûne heya Lîbya û Azerbijan, û wekî dagirkirina Efrîn,Girê Spî, Serêkaniyê, dîsa jî dixwazin wewrin Rojava dagir bikin û osmanriya berê vegerînin.
Amira El-Aziz ya ku saziya Ol û Ciwakê de cih digre jî wiha got: Dewleta Tirk a faşîst li ser Bakur û Rojhilatê Suriyê Tehdîdê qirkirinê dimeşîne. Li ser Şengal û Derikê jî gefa dixwin. Bi vê pêkanînên xwe ve dixwazin gelê Dêrîk û Şengalê bitirsînin û gel dev axa xwe welatê xwe berde û biçe. Em ji gelên xwe re ne. Taybet Gelê Şengalê gele êş kişandin. Wê êşa wan em jî êşandin. Tu dînek, olek wan kiryaran qebul nake. Ji ber vê wek jina em ji gelê xwe re ne. Bila gelê me yên wan dera dev malê xwe bernedin. Emê ji hev re xurt bibin. Dewleta tirk hovitiya ku li Serêkanî û Efrînê pêk anî nayê qebûl kirin. Li dijî van kiryar û Erdoğan divê em bibin yek.
Herî dawî zarokê ku bi navê Êvan jî bi hestên xwe ve got ku Em li gel şervanên xwe ne. Eger ku ew gavekî bavêjin emê du gava bavêjin. Ew eriş bikin emê Nisêbînê rizgar bikin.
Zarokên Qamîşlo jî wek gel bi hêvî ne. Diruşmeyê ku davêjin de jî ev yek diyar e.