LAVRİO – Greva birçîbûnê ya ku di pêşengtiya Tevager Ciwanên Şoreşger de destpêkirîbû roja 31’î de berdewam dike.
Girtiyên zindanê Bakurê Kurdistan û Tirkiyê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 27’ê Mijdara 2020’an vir ve greva birçîbûnê de ne.
Ji bo rakirina tecrîdê û girtiyên ku greva birçîbûnê de ne piştgiriya gel û ciwanan roj bi roj bilind dibe.
Ji bo piştgiriyê çar parçeyên Kurdistan û gelek deverên cihanê de grevên birçîbûnê jî destpê kirîbû.
Greva birçîbûnê ya Qampa Lavrio ya Yunanîstanê jî îro gruba 7’emîn dewr girt û grev ket di roja 31’an.