NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê milîsên HBDH’ê ve hatî dayîn de hate gotin, “Roja 30’ê Çileya 2021’an saet derdora 03:00’an li navçeya Dîkîlî ya Îzmîrê, kargeha çerezan û tesîsa kofteyan, ji aliyê milîsên me ve hatiye şewitandin û bûye xwelî. Kargeha ku çalakî li dijî wê hatî kirin a Serokê Navçeya Dîkîlî yê Partiya Saadetê Mûstefa Înan e.”
HBDH’ê di dewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku çalakiyên wan ên di çarçoveya pêngava seferberî ya ‘Em ê Faşîzmê Birûxînin, Azadiyê Bi Dest Bixin’ tenê ne li dijî AKP’ê ye û got, “Ji bo bi temamî ji holê rakirina siyaset-leşker a mêtînger û desthilata mêtîngeran e. Ji ber vê çendê di serî de desthilat, yên ku li beramberî vê çêkerê xwe li dijî pêkanîna êrîşan bêdeng dike û temaşe dike, îro tenê daxwaza wan ev e ku xwe di nav desthilatdariya nû de bi cih bikin. Divê were zanîn ew ê qirêjiya dîrokê were paqijkirin.”
Herî dawî HBDH’ê diyar kir ku çalakiya wan ji bo hêzên tarî re hişyariyek e û ew berxwedêrên li girtîgehan silav dikin.