NAVENDA NÛÇEYAN – Girtiyên zindanê Bakurê Kurdistan û Tirkiyê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 27’ê Mijdara 2020’an vir ve greva birçîbûnê de ne.
Ji bo rakirina tecrîdê û girtiyên ku greva birçîbûnê de ne piştgiriya gel û ciwanan roj bi roj bilind dibe.
Ji bo piştgiriyê çar parçeyên Kurdistan û gelek deverên cihanê de grevên birçîbûnê jî destpê kirîbû.
Greva birçîbûnê ya Qampa Lavrio ya Yunanîstanê jî gruba 7’emîn dewr girt û grev ket di roja 32’an.
Ajansa me NÛÇE CIWAN berxwedêrên greva birçîbunê re axivî.
Sebri DEP wiha got : “Merhaba hevalên hêja, bangewaziyeke me heye. Zindana Tirkî, bakûre kurdistanê da 66 roje grevên birçîbûnê hene. Armanca greva birçî bûne, tecrida li ser Serokatî şikandin û dagirkirina li ser Kurdistanê rakirine. Em jî wek tevgeren Yunanistanê û rêveberiya yunanistane tevgere şoreşger û tevgera jin, me jî 4 Çileyê vir ve çalakiyen greva birçî bûyinê. Daxwaziya me yek bûyine denge zindan em ê hej bilindtir bikin. Heya ku em encam negirin vê çalakiye xwe da em ê dev jî çalakî bernadin. Êdî em Serokatiyek azad, welatek azad, ciwakek azad dixwazin. Em ê vê çalakiye geş bikin û piştgirî bidin. Em bibin denge zindanan.”
Çekdar Mêrdîn jî got ku: “Îro 66 roje zindanên Bakurê Kurdistanê ji bo azadiya Rêber Apo greva birçîbunê de ne. Me jî li qada Yunanistanê wek Tevgera Ciwanên Şoreşger, TEKO-JİN û rêxistinên Yunanîstanê ev 30 roje bi heman armancê greva birçîbûnê daye destpêkirin. Heta ku em bigihêjin armanca xwe û Serok Apo azad bibe emê grevê berdewam bikin. Bangawaziya me gel û Ciwanên Şoreşger ewe ku bila hemû çalakiyên xwe li ser esasê azadiya Rêber Apo bikin.”