NAVENDA NÛÇEYAN –
Di salvegera rojên reş û xweş de bibîranînên me hene. Sal bi sal jî li gorî bûyerên li dora me diqewimin û heta li gorî rewşa dinyayê ango li gorî sar û germayê hestên me û pê re fikrên me bi awayekî din bi gewde dibin. Xwe ji nû ve dirêsin û dihûnin. Ev dihêle ku em karibin ji nû ve û ji awirekî din li bûyerên di bîr û bibîranînên xwe de bibînin û belkî hewce bike em ji nû ve li ser wan biponijin.
Îca, dema ez îro li dagirkeriya li Efrînê, li Girêspî û Serêkaniyê û ji wir jî li bombardûmankirina Herêmên Parastinê yên Medyayê -bombardûmankirina ciwanên-gerîlayên her çar beşên Kurdistanê- û tevgera dagirkeran a heta bi Mûsil û Kerkûkê dinêrim, û berxwedana Kobanê bi bîr tînim. Di dema berxwedana Kobanê de bi taybetî ciwanên ji Bakurê Kurdistanê û beşên din ên Kurdistanê difirin, diçin Kobanê û xwe diavêjin nava agirê têkoşînê. Gotina Kurdan a dîrokî bi ruh dibe û dibêje; “Lêxinê lawo lêxinê îro roja xîretê ye”. Dil û kezeb bi hev re ne. Rûkenî û rondik bi hev re ne. Can û canan bi hev re ne. Ji vê bextewariyê xweştir bextewarî nîne û ev dike ku ev roja bextewariyê bi Kurdan tenê nemîne bibe roja cîhanê. Em qala ruh û rewanekî bi qehremanî, bi xîret, bi xwîn û rondikan, bi hesret û evînê hatiye stran dikin. Kurdan û mirovatiya li dora wan dil û dest dane hev. Li ber vê kes nikare bisekine. Bihêlin li ber bisekinin, her kes pê re ye û heta hinek neçar dimînin pê re bibin û bêhemdê xwe di vê govendê de xwe bihejînin. Û her kes qebûl dike ku pêdivî bi vî ruh û rewanî heye.
Em dîsa li bûyerên îro vegerin. Bi taybetî dijmin û dagirkerê sereke yê bi qirkirina Kurdan sondxwarî dewleta Tirk û dagirkerên din li ser Kurdan pîlanên xwe, dekûdolabên xwe yên bi armanca qirkirinê digerînin. Li Efrînê jin û zarok, kal û peyayên Kurdan têne revandin. Mal û milkên wan têne talankirin û dikin ku erdê xwe berdin û derbeder bibin. Li Girêspî û Serêkaniyê dîsa bi vî awayî. Li Başûrê Kurdistanê ji jor ve dewleta Tirk û ji jêr ve rêveberiya Bexdayê sînor teng kirine. Li Kerkûka dilê Kurdistanê komeke Tirkmen hindik maye bibin xwediyê bajêr û her roj bi îşareta nijadperestiyê tiliyên xwe dixin çavên Kurdan û jixwe êdî em qala Mûsilê nakin. Ew gelekî ji me dûr e. Xaneqîn û Celawla jî wer hatin hiştin. Bi Bexdayê re bazarê dikin û Şengalê jî jê re dihêlin. Îca ewqas kurtêlxur li dora xwe çêkirine kes nikare bi dilekî rehet qala van rastiyan bikin û safikên me jî li ber bayê hemasetê bi nanê tisî govendê digerînin û xelk ji xwe re bi wan dikene.
Endamê Rêveberiya YNK’ê Arêz Abdula, çendek berê di hevpeyvîneke xwe ya ji bo Rojnewsê de li ser çûna Bexda û Hewlêrê ya wezîrê parastinê yê dewleta Tirk Hulusî Akar digot; “Eger Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariya dewleta Tirk neke, wê Iraq jî alîkariya wê neke.” Dîsa Abdula digot; “Dewleta Tirk dixwaze aliyan razî bike û bi vî awayî jî dor li PKKʼê bigire.” Abdula ji bîr nake û eşkere dibêje, li Hewlêr, Dihok û Mûsilê çi ji destê Tirkiyeyê hatibe kiriye. Li vir tişta mirov bibêje, ev e; rast e, dewleta Tirk li rewşa Kurdan dinêre û ji vê rewşa wan bi culhet dibe û êriş dike. Bala xwe bidinê, rêveberiya Bexda, Şam û heta Tehranê di demên xwe yên herî qels de ne. Dewleta Tirk bi van qelsiyan êriş dike û ev di heman demê de qelsiya dewleta Tirk e. Heger Kurd bi ruhê Kobanê li ber dijmin û dagirkeran bisekinin; bi siyaseteke pêşbîn û taktîkxurt; bi aqilane û îdeolojî tevbigerin, dagirker wê ji ya xwe bêne xwarê. Di vî warî de berpirsiyarî ya her kesî ye. Çawa ku her kes ber bi Kobanê ve bê hesabê şexsî û hizbî diçû û bi vê jî gelek kêfxweş bû, îro jî bi heman ruhî rabin, wê şadiya mîna ya Newrozê tahm bikin. Ma mirov van dijminên bav û kalan ên nabin dostê lawan, bişikîne; van dijminên ku jinên Kurdan ji Şengalê birin li bazaran firotin li erdê bixîne; van hovên ketine Efrîna bihuşt, derxîne û pozên wan bifirkîne, ne xweşiya herî mezin e. Ma cîhana pêşverû jî wê bi vê bextewar nebe. Silav li ruh û rewanê Kobanê.
Rêşad SORGUL
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA