NAVENDA NÛÇEYAN- Koma Difaa Wetenî ya girêdayî Rejîma Esed provakasyonan didomîne. Ev demek e koma çete Dîfaa Wetenî li bajarên Rojava Qamishlo û Heseke dibe sedema aloziyan. Balkêş e ku koma çete Dîfaa Wetenî piştî ku Hakan Fidan, berpirsiyarê MÎT’a dewleta Tirk a dagirker çû Şamê aktîf bû.
Îro, koma çete Dîfaa Wetenî ya girêdayî rejîmê, li Qamishlo û Heseke êrişî hêzên ewlehiya Rojava kir. Di encama êrîşên koma çete ya Dîfaa Weteni de sivîlek hate kuştin. Hêzên ewlekariyê yên Rojava, ku di demek kurt de buyer xistin bin kontrola xwe, li herêmê qontrol kirin.