Dêrik – Dewleta Tirk a dagirker careke din gevan li ser Rojava herêmên bakûr û rojhilarê Sûryeyê xwar. Vê carê Dêrik û Şengalê kir armanca xwe.
Berçav e ku ev gef piştî serdana wezîrê parastinê yê Tirkiyê ji bo Bexdayê, hikûmeta herêmê Kurdistanê, û Şamê pêk hat. Di serdana yekem ya ji bo hikûmeta Kurdistanê de, Mesûd Barzanî bi daxuyaniyekê de diyar kir ku hevpeymana Hewlêr – Bexda dê were bi pêk anîn. Meqseda wan ji hevpeymana Hewlêr – Bexda ew li hev kirina Bexda û Hewlêrê û bi Alîkariya Tirkiyê ,bi hinceta derxistina hêzên biyanî ji Şengalê ye.
Bi vê hevpeymanê, ango bi dagirkirina Şengalê, dixwazin fermanek nû li serê gelê êzîdiyan bînin, bi pêkanîna vê plana dagirkirinê rola herî mezin ya Tirkiyê ye ji milê çekkirinê û îstixbaratê, her wiha PDK rolek girîng dilîze, hem fatûrayê şer ji xezîneyê herêmê dide, hem jî di milê li ser erdê ewê hêzên xwe ji bo êrîşên bejahî bikar bîne.
Serdana duyemîn ya ji bo Şamê, hat lihevkirin ku ewê di heman demê de hem operasyona Şengalê destpê dike, hem jî operasyonek ji aliyê Tirkiyê ve ji bo dagirkirina bajarê Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê were kirin. Û ji vir ve plana dagirkirina Rojavayê kurdistanê hêdî hêdî bidome.
Di çend rojên dawî de, Tirkiyê bi awayekî eşkere gef li herdû bajaran, ango Dêrik û Şengalê xwar. Li ser erdê jî diyar e tevgerên zêde yên Tirkiyê li ser sînorê hemberî Dêrikê û gundewarên wê hene.
Têkildarî vê mijarê, dîmenên ku nûçegihanên ajansa me li ser sînor kişandine, li gundê Eyn Dîwarê yê Dêrikê yê tam bi sînorê Cizîrê ve zeliqî ye, tevger û amadekariya artêşa Tirk a dagirker ve li wir berbiçav diyar dibe.
Dewleta Tirk a dagirker Şoreşa li Rojava û bakûr û Rojhilatê Sûriye çêbûye, weke tehdîdek ji xwe re dibîne, ji ber vê tu carî êrîşên xwe ji ser herêmê nasekinîne û bi her awayî û hemû hêzên xwe çi siyasî be bi amûrên şerê taybet ji bo terorkirina şoreşê, çi leşkerî be bi hemû amûrên teknolojî û çekên giran û qedexekirî êrîşên xwe li ser herêmê kiriye, û vê carê jî ji nûve gefan dixwe.