NAVENDA NÛÇEYAN – Bi slogana “Fikra jina azad, helbestek bê dawî û bedew e.” Yekîtiya Jibnên Ciwan ya bakûr û rojhilatê Sûryeyê 1’mîn pêşbirka helbestan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lidar dixe
Îro jinên ciwan li hemû bajarê bakû û rojhilatê Sûrye, dikarin di vê pêşbirkê de beşdar bibin.
Her wiha di navbera 1’ê Sibatê û 1’ê Adarê de kesê ku bixwaze jî dikarin di pêşbirkê de weke temaşevan li wê derê amade bibin.
Agahiyên Pêşbirkê:
Cihê Qeydkirinê: li her bajarê Bakur û Rojhilatê Suriyê de, hûn dikarin serlêdana navendên Jinên Ciwan an jî Ciwanên Şoreşger bikin.
Dem: ji 1’ê Sibatê, heta 1’ê Adarê hûn dikarin xwe qeyd bikin.
Şertên Tevlêbûnê:
– Divê berhem ya beşdarvan xwe be û tu cihekî nehatibe parvekirin an jî çapkirin!
– Temenê beşdarvana divê di navbera 15 û 30’î de be!
– Zimanê berhema divê zimanê Kurdî an jî Erebî be!