NAVENDA NÛÇEYAN – Endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê ku bi çarçoveya operasyona bi navenda Enqerê hatibûn destgîrkirin, piştî 15 saetan li edliyeyê derxistin Dadgeriya Ceza ya Silhê ya Nobedar û îfadeyên wan hatin girtin. Endama Lîjneya Rêvebirina Navendî (LRN) ya HDP’ê Sevîm Akdag û endama berê ya LRN’ê Hulya Ertaş ku bi angaşta “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.
Endamê Meclisa Partiyê (MP) Narîn Donmez, endamê berê yê MP’ê Berat Kiran û endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê Nûrûllah Ozgun, Cengîz Fîdan, Rabîa Şevîn Saribûlak, Omer Almaç û Ramazan Toktaşer jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Axaftinên bi telefonê yên ji bo 2’yemîn Kongreya Asayî ya Meclisa Ciwanan a HDP’ê ku di 25’ê mijdara 2018’an de li Amedê hatibû lidarxistin weke sûc hate dîtin.