NAVENDA NÛÇEYAN – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sîstema ÎmraliYê weke parçeyekî Komploya Navneteweyî dibîne. Ocalan di parêznameya xwe de ya bi navê ‘Ji dewleta Rahîb a Sumeran ber bi komara gel ve’ pêvajoya komployê û rastiya Îmraliyê bi rengekî vekirî radixe pêş çavan. Em beşa pêncemîn parve dikin:
SIYASETA YEWNAN DI KOMPLOYÊ DE TAŞERON E
Tê dîtin ku komplo li ser xeta şerê Rojhilat-Rojava de pêk hatiye. Min weke nuqteya ku Anatoliyê, Tirkiyeyê qels dike dibînin. Siyaseta Yewnan ku zarokê qure yê Rojava ye, min dixwest tenê di pozîsyona bê pîvan a ku tenê zerarê dide bibîne. Dema ku dîtin, têkiliya min wê zearê bide wan bêteredût ez avêtin nava êgir. Lê belê rola wan a di komploya dawî de hevkariya xayin e ku dostanî bi kar anî. Ne ku bi xwe plan kir û bi cih anî, bi giranî bû taşeron. Eşkere ye ku di berdêla vê taşeroniyê de li bendê bû ku di mijara Qibris û Egeyê de tawîzê werbigire. Bûyerên ku piştre qewimîn ev xusûs bi xurtî eşkere kir.
RASTGIRIYA ÎSRAÎLÊ LI PIŞT VÊ YE
Nûnerê Taybet ê Clînton ji çapemeniyê re eşkere kir ku yê fermana radestkirina min daye Clînton e. Wê nêzîkatiyeke teng be ku ev yek bi dijberiya li terorîzmê were îzahkirin. Eşkere ye ku li pişt vê Îsraîl heye. Pêwendiya xwe bi soza ku hêza tund a alîgirê şer a rastgiriya Îsraîlê daye Tirkiyeyê heye. Serokwezîrê wê demê lîderê bloka rastgir Lîkûdê Benyamîn Netanyahû ye. Îsraîl ji bo ku di hevsengiya stratejîk a Rojhilata Navîn de Tirkiyeyê li gel xwe bihêle, di komployê de rola sereke lîst, lê bi tenê nîne. Ne bawerim ku pêwendiya xwe bi demokratên çep ên Îsraîlê, bi xeta Şîmon Perez re hebe. Divê neyê jibîrkirin, sûîqesta li dijî Îshak Rabîn jî pêwendiya xwe bi hêzên tund ên rastgir heye.
HÎMÊN KOORDÎNASYONÊ LI LONDONÊ HATIN DANÎN
Dema ku amadekarî ji komployê re dihate kirin, Clînton bi şantaja Monîca hate pûçkirin û welê lê hat ku gotineke lobiya Îsraîlê nekarî bike dudu. Hem bi destê hevjîna wî Hîllary hem jî bi şantaja Monîca re gelek biryarên Serokatiyê pê re hate dayin. Di vir de, di navbera stratejiya Îsraîl û Yewnan de di mijara Tirkiyeyê de hevkariyeke demkî derkete holê. Clînton vê koordîne dike. Hîmên koordînasyonê li Londonê hatin danîn û bi îzolekirina min re hesabê wê yekê kirin ku kurdan û PKK’ê kontrol bikin. Asta min a Rêbertiyê polîtîkayên Rojava yên kevneşop ên li ser Kurdan dihejand. Rastiya bûyerê jî xwe dispêre vê heqîqetê.
Ji ber vê yekê Ewropayê tasfiyekirina min li gorî berjewendiyên xwe dît. Polîtîkaya wan a li ser Kurdan ku demeke dirêj dimeşand, ji ber min pûç dibû.
LI DIJÎ ÇARESERIYA MAYINDE NE
Kapîtalîzma Ewropayê bi cewhera polîtîkaya xwe ya li ser Kurdan a du sed salên dawî re girêdayî ma. Di bingeha vê polîtîkayê de ew heye ku Tirkan, Îran û Ereban bi xwe ve girêdayî bihêlin û Kurdan jî weke amûreke gefxwarinê bi kar bînin. Bi şer ya jî bi aştiyê, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriyeke mayinde ferz dikim. Lê wan dixwestin vê pirsgirêkê weke amûrekê her tim li ber destê xwe bihêlin. Ne li berjewendiyên wan bû ku ev çek ji destê wan bê standin. Weke bermahiya herî gemarî ya polîtîkaya xwe ya mêtingeriya kevneşop dinirxandin û nedixwestin vê ji dest berdin. Ji bo wan ne dema wê bû ku pirsgirêka Kurd ji aliyê stratejîk ve were çareserkirin.
Dihate dîtin ku heta hesabên xwe yên bi Îran, Iraq û Tirkiyeyê re bi temamî pêk bînin, mijara Kurd di destê xwe de bihêlin. Ev helwest dişibe nêzîkatiya hin hêzên li Tirkiyeyê ku ji bo berjewendiyên xwe pirsgirêkê bêçareserî dihêlin. Nêzîkatiya wan a li ser Kurdan polîtîkaya ‘ne bimire, ne jî sax bimîne’ ye. Nêzîkatiya wan, ‘Bi qasî ku bimire xwedî lê dernekeve, bi qasî ku sax nemîne xwe li ser zinêr negire’. Nêzîkatiyeke welê hov e. Eger hinekî destek bidan wê li ser bingeha rast şert û mercên gelekî erênî derketibûna holê.
Mesela, nêzîkatiya ku niha ji bo Kosova û Makedonyayê nîşan didin eger ji bo Kurdan jî bi biryardarî nîşan bidan, pirsgirêk wê ji mêj ve biketa ser rêya çareseriyê. Heman rewş ji bo Îsraîl û Ereban, ji bo Rûsya û Çeçenan jî derbas dibe. Dewamkirina pirsgirêkan bi demdirêjî il berjewendiyên wan tê. Lê belê dema ku nava Ewropayê, ya jî nêzî wê eleqedar dike, bi lez û xurtî tevdigerin û çareser dikin. Ji ber ku rewşa min ji aliyê konjonkturî ve li berjewendiyên wan nedihat, ez li derve hiştin.
AFIRANDINA KOMÊN ALÎGIRÊ ELMAN
Di radestkirina min de tasfiyekirina Tevgera Azadiyê û Rêbertî armanceke diyarker e. Bi vê tasfiyeyê re xwestin têkiliyên bi salan bi nokerên Kurdan re hatin meşandin ji nû ve zindî bikin. Qaşo wê Rêberekî Kurd ê lîberal-demokratîk bihata afirandin û rêxistinên cuda yên li gorî her dewletekê bihatina afirandin. Elmanya di vî warî de serkêşiyê dike. Afirandina komên Tirk, Kurd, Ereb û Îranî yên alîgirê Elman, polîtîkayeke kevn a li ser Rojhilata Navîn e û ev polîtîka ji Enver Paşa û pê ve hate meşandin. Kurdên Iraqî bûn gurê vê polîtîkayê, demên dawî jî xwestin li Tirkiyeyê gavên di vî warî de biavêjin. Bihêzbûna di bin sîwana hêzên derve de, veguherî rêbazeke debarê.
Tasfiyenebûna Tevgera Azadiyê ya Kurd wê rê li ber wê yekê vekira ku careke din giraniyê bidin ser hewldanên tasfiyekirin û parçekirinê, ya jî ji hev belav bibûna. Her wiha wê hewl bidan mercên aştiyê ku kêm jî be derketibûn holê îstîsmar bikira û hewldanên xwe yên ji bo pêşîgirtina li afirandina civaka sivîl a azad a Tevgera Azadiyê ya Kurd zêde bikira. Lewma gelekî girîng e ku divê hay ji rêxistinbûnên paşverû yên bi rêbaza terîqata berê, hay ji saziyên civaka sivîl ên sexte noker hebin û firsend neyê dayin ku karibin gel bixapînin.
PÎVANA, HER ŞER XWEDÎ AŞTIYEKÊ YE
Hewldana ji bo pêvajoya Îmraliyê rê li ber vejîna aştiya çanda biratiyê ya Anatolî û Mezopotamyayê veke, ji şer girantir e, lê encamên wê hîn şoreşger û hilberîner e. Aştiyeke xwe dispêre bikaranîna azadiyê ya hebûnên çandê, wê bibe bersiva herî rast a li Ronesansa Anatolî û Rojhilata Navîn û cewhera şoreşgerî ya Komara Tirkiyeyê. Di çarçoveya pîvana ‘her şer xwedî aştiyekê ye’, hewldanên aştiyê yên li berjewendiyên gelan tê gelekî girîng û watedar e. Şerê ku rê li ber aştiyê veneke, ji aliyê hin hêzên din ve li dijî wan bi xwe tê bikaranîn.
ENCAMÊN HESABÊN ŞAŞ ÊN LI SER AŞTIYÊ
Lêkolîna li aştiyê, kêm jî be pêkanîna aştiyê, nayê wateya windakirina demê ya jî karê vala. Şerê ku rê li ber aştiyeke rasteqîn venekin, ji aliyê leşkerî ve bi ser bikevin jî di dawiya dawî de wê pûç bibin. Hesabekî şaş ê li ser aştiyê, destketiyên herî girîng ên leşkerî jî bêwate dike. Rêberên ku li pêşberî gel û leşkerên xwe berpirsyar in, ew kes in ku pirsgirêka aştiyê bi qasî pirsgirêkên leşkerî lêkolîn dikin û çareseriyên rasteqîn peyda dikin. Rêber û fermandarên ku nikarin vê bikin, nikarin xwe ji têkçûnê rizgar bikin.
ŞERÊ KU RÛ BIDE WÊ JI YÊ BERIYA XWE CUDATIR BE
Aştiyeke cidî û waedar, kaosa sexte, ya ku xizmetê ji civakê re nake û takekesan mezin nake, ji holê radike, pêşî li rewşa derveyî qanûnan digire, rêbaza jiyanê û debarê ya rewa ya sîstemê serdest dike. Yên ku hunera xwe û rêbaza xwe ya jiyanê li vê yekê nayê û yên ku di dema xwe de xwe naguherînin, ne ji aştiyê fêhm dikin, ne jî aştiyê dixwazin. Haya wan ji êş, zor û zehmetiyên şer jî nîne. Tevî vê yekê jî divê cidiyeta pêvajoyê were dîtin.
Bi ser bikeve ya jî bi ser nekeve, ev pêvajo girîng e. Şerê ku piştî vê rû bide wê ji yê beriya xwe cudatir be. Krîza herî demdirêj a dîroka Komara Tirkiyeyê, ji ber şerê bihurî ye. Heta ku bi rengekî rast li vê rastiyê mikur neyên û aştiyeke adîl pêk neyê, krîz ji holê ranabe. Ji ber ku nayê xwestin ku sedema krîzê rast bê teşxîskirin. Wê wextê wê tedawî jî bi rengekî rast nebe. Tirkiye di salên 2000’î de di nava vê nakokiyê de ye. Krîz, ya bi şerekî nû û giran, ya jî bi aştiyeke adîl û bi rûmet dikare ji holê were rakirin.
PÊVAJOYA ÎMRALIYÊ VEJÎNA SÊYEMÎN E
Pêvajoya Îmraliyê ji bo gelê Kurd û ji bo min serdema sêyemîn a vejînê ye. Serdema yekemîn; jidayikbûna di nava civaka gund a cotkariyê de ye ku û heta civaka model a fermî ye bi sedsala 20’an re nakoke. Serdema duyemîn tê wateya jidayikbûn û paqijbûna bi tundî û şer.
HIŞMENDÎ Û ÎRADEYA AZADIYÊ YA GELÊ KURD
Pêvajo, jinûve jidayikbûn û avabûnê li ser her hêzê ferz dike. Ji dewletê heta abriyê, ji siyasetê heta hiqûqê, ji exlaqê heta hunerê her qad diheje, tengav dibe û tevî krîzê li çareseriyê digere. Pêvajoya min a Îmraliyê jî tê wateya pêşîvekirina li vê rastiyê. Çawa ku Pêvajoya berê bi têgihiştina ‘ez û şer’ bû xwedî wate, pêvajoya niha ya nû jî bi têgihiştina ‘ez û aştî’iyê watedar dibe. Ji aliyê saziyî ve parçeyekî bingehîn ê hebûna min, hişmendî û îradeya azadiyê ya Kurdan e. Ev hişmendî û îradeya ku bi şer bû xwedî tecrûbe, niha jî di pêvajoya aştiyê de ye. Pêvajoya şer xwe weke ‘komara antî-feodal û antî-olîgarşîk’ formule dike. Pêvajoya aştiyê jî xwe weke ‘komara demokratîk û laîk’ ji nû ve ava dike. Eger cihêbûn û tundî nayê xwestin û nayê xwestin ku bi temamî ji sîstemê derkeve, wê demê divê Kurdên ku bi keda xwe di dîrokê de bi Tirkan re pêvajoya dewletbûn û netewebûnê jiya, bi zorê û bi înkarkirinê li derve neyên hiştin. Siyaset û hiqûqa aştiyê ferz dike ku Kurd hebûna xwe ya çandî li gorî dilê xwe bi rengekî azad bijîn û cih ji wan re bê dayin ku bi komarê re bibin yek. Komara ku xwe dispêre înkarkirina îradeya Kurdên azad, komareke olîgarşîk e û ev yek wê rê li ber tundî û cihêbûnê veke.
YA WÊ RÊ LI BER AŞTIYÊ VEKE YA JÎ WÊ TUNDIYÊ KÛRTIR BIKE
Pêşîvekirina li yekîtiya azad, yanî lihevkirina demokratîk tê wateya jiyana bi nava aştî û yekîtiyê de. Ji ber ku şerê navbera komara olîgarşîk û komara demokratîk hîn neqediya ye, ev yek bi cih nayê anîn. Lewma pêvajoya Îmraliyê ji aliyê sembolîk ve asteke dîrokî ye. Ya ev pêvajo wê rê li ber aştiyê veke, ya jî eger di vê de bi ser nekeve û polîtîkayên înkar û tinekirinê yên komara olîgarşîk bikevin dewrê, wê hingî bi tundiyeke giran rê li ber pêvajoyeke kûr a cihêbûnê vebe. Cara yekê ye ku di dîroka Tirkiyeyê de di bingeha krîza kûr a ev rastî xuya dike. Ji ber ku Meclîs û Hikumet mijarê bi rasteqînî di dema xwe de nanirxîne, bi berpirsyariya xwe ranabe, ser pirsgirêkan digire û neçareseriyê ferz dike, çawa ku di çapemeniyê de jî tê ragihandin, çavkaniya krîza heyî siyaset e. Siyaset, biryara îdamê mîna şûrê Demokles li ser serê min dihejîne û jê heye ku bi vê yekê wê encamê bigire. Lê şaşiya herî mezin dike. Ev nêzîkatî, Tirkiyeyê mehkûmî sîstemeke çete ya nelirêtî û rantxuriyê dike ku ji derve û hundir li ser Tirkiyeyê tê ferzkirin. Tirkiye ji ber vê yekê her sal, her meh bi milyaran dolarî winda dike, ji aliyê manewî ve jî di nava êşên giran de difetise.
Madem bîlançoya şerê panzdeh salan; mirina çil hezar kesî û windahiya bi sedan milyar dolarî ye, wê demê ya rast ku divê bê kirin ew e, mijarê li gorî mercên dîrokî, civakî û navneteweyî binirxîne, rast pênase bike û çareser bike. Heta ku ev neyê kirin krîz wê her giran bibe.
SERDEMA ŞERÊ BÊDAWÎ
Weke şext û saziya Rêbertî, pêwîstî pê dibînim ku pêvajoya min a Îmraliyê di vê çarçoveyê de pirsgirêkê binirxîne. Ji ber ku ev yek bi zîhniyeta rantê û erzan ev nayê kirin, çi ji hêzên dewletê yên fermî be, çi jî ji nokerên Kurd ve be, nêzîkatiyên înkar, îftira û îmhayê wê serdemeke şer a bêdawî ferz bike.
MÎNA KU WÊ SIBE ŞER DEST PÊ BIKE
Ji bo nekevin vê lîstikê bi berpirsyarî û bi têgihiştî tevdigerim. Îmhaya madî û manewî ya li Îmraliyê wê were wateya îmhakirina hêzên îradey azad ên Kurd û Tirkan. Ji bo şerê azadiyê ji bo gelên me encameke erênî derxîne holê, weke ku sibe şer wê dest pê bike divê hemû amadekariyên taktîkî û stratejîk ên şerê xweparastinê bên kirin. Ev yek şertekî herî bingehîn ê serketina vê pêvajoyê ye. Wateya dîrokî ya Îmrlaiyê ji bo dewletê, ji bo civakê, gelê me, PKK’ê û ji bo min wiha ye.
BERPIRSYARIYA DYE Û SAZIYÊN YEKÎTIYA EWROPAYÊ
Komploya 15’ê Sibatê xwedî wateyekê ye ku divê ji aliyê Ewropa, DYE û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ve rast bê pênasekirin. Destgîrkirin û girtina min ku li dijî îradeya azad a Kurdan hate kirin û li dijî hiqûqê û PMME’yê ye, ji aliyê hiqûqî û siyasî ve ji Komara Tirkiyeyê wêdetir berpirsyariyê dixe stuyê DYE û saziyên Yekîtiya Ewropayê. Mîna ku min di parêzanmeya xwe de bi berfirehî eşkere kir, van sazî û hêzan, bi feraseta siyasî ya mêtingeriyê PMME bin pê kirin û rê li ber rewşeke wiha ya ku li dijî hiqûqê ye vekirin. Lewma karekî sereke ne ku ne tenê rewşa Komara Tirkiyeyê ya li dijî PMME’yê divê berpirsyariya derveyî exlaq û hiqûqê ya li dijî îradeya azad a Kurdan kirin, di darizandinê de bê dîtin.
Ocalan di parêznameya xwe de ya bi navê ‘Ji dewleta Rahîb a Sumeran ber bi komara gel ve’ pêvajoya komployê û rastiya Îmraliyê bi rengekî vekirî radixe pêş çavan. Em beşa şeşemîn parve dikin:
YEKEMÎN CIHÊ KU EZ LI ÇARMÎXÊ HATIM XISTIM, ATÎNA YE
Yekemîn paytexta ku ez li çarmîxê hatime xistin, Atîna ye. Atîna bi giyanekî tirsonek û bi çandeke tolhildaneke kor an jî ji ber matmayîna xwe, xwestiye êşa serweriya xwe ya sê hezar salan derxîne. Ji min jî serfiraziyeke erzan û bê prensîb xwestiye. Dema ku dîtine ev tişt ne gengaz e, wekî ku ew bi xwe xwediyên min bin, li hemberî hin tawîzên li Kibris û Egeyê, wekî pakêteke diyariyan an jî wekî pezekî qurbanî, ketiye nav îxaneta pêşkêşkirina ji hikumeta Tirkiyeyê re. Ev îxanet di dîrokê de hîç nehatiye dîtin û di tu cihî de bêrûmetiyeke wisa tune. Qaşo endamê Yekîtiya Ewropayê ye lê sûcekî hiqûqî pêk aniye. Bêyî ku hincetekê diyar bike, bêexlaqî û sûcê wê yê li hemberî hiqûqê gelekî zelal e. Heke hewce bike, ev tişt bi gelek şahid û daxuyaniyan dikare were îspatkirin.
LI SER BI MILYONAN KURDAN HATE PÊKANÎN
Nivîskarê Yewnan Kazancakîs romana ‘Çarmîxkirina Îsa ya ji nû ve’ ji zû ve nivîsandiye. Lê cihê ku ez lê me, ne şexsî ye. Li ser bi milyonan Kurdan ên xwediyê îradeya azad û girêdayî Rêbertiya xwe ne, çarmîxkirin pêk hatiye. Yewnan ji Zeûs û vir de dikarin xwe kone bihesibînin. Keça wî Athena, bi dek û dolaban dikare têkeve dilqê Deîphobos dikare tasfiyekirinê pêk bîne. Bi vî awayî dikare deriyê Anatoliyê veke. Ev rastî, di mîtolojiyê de jî heye. Beriya salên 2000’î û di sedsala 20’an de ez xistim vê feqê. Heke wan ez kuştibima û bi komployekê ev tişt bikirina, wê ne li xema min bûya. Ew ê ev tişt li gorî çanda wan bûya. Lê wan gelo çawa cesaret kirin ku wekî diyariyeke hatiye pakêtkirin a ku di tu pirtûka mirovahiyê de û di nav prensîbên exlaqî de tune, tevî êşên sî hezar şehîdan û di nav hêsirên dayîkên şehîdan de, hê ku tiştek ji min hêvî dikirin, di demeke krîtîk de ez teslîmî tîmên şerê taybet ê Tirkan kirim? Qaşo li paş wan Serokê DYE’yê Clînton heye û wî ferman daye (Şêwirmendê Taybet Blîndken ev tişt ji çapemeniyê re eşkere kir). Hikumeta Yewnanan jî ev tişt pêk aniye.
Clînton di wê demê de di bin zextên darizandina skandala Monîca de ye. Ji bo rizgarbûna ji skandala Monîca, pêkanîna îradeya ku min teslîm bikin, ew ê nebûya peywira hikumeta Yewnanan. Ji bo piştgiriya Serokê DYE’yê her tişt hate kirin. Yan na bi awayekî din nedikarîn vê bêexlaqî û derhiqûqîbûnê bidin ber çavên xwe. Ew ê Îsraîl ji bo avakirina hevsengeke stratejîk mafê wê tune bûya ku min bike qurban.
DIVÊ SÎNOREKÎ EXLAQÎ HEBE
Hz. Îbrahîm bi xwe jî pêxemberê yekemîn e ku qurbanîkirin ji olê rakiriye. Ji bo hurmeta bîranîn û hurmeta wî divê MOSSAD’ê neketa nav vê çalakiya qurbanîkirinê. Ji bo mezinbûnê jî divê sînorekî exlaqî hebe. Qet nebe divê hikumeta Yewnanan di vê lîstika qirêj de cih negirtina. Divê Kurdekî wekî min wekî bombeyeke atomê ya zindî bi kar neanîna. Divê wan jî hesap bikira ku rojekê ew ê Kurd jî hişê wan were serê wan û ew ê karibe tolhildana xwe birêxistin bikin. Yek ji hezarî be jî divê ev îxtîmal bihata hesapkirin.
Divê vî sûcê ku giyanê Îsa Mesîh ji nû ve dixe çarmîxê, wisa bi erzanî nehata kirin. Divê nebûna hemdemên Îskaryoya Yahûda. Tişta xerabtir divê bi van daxuyaniyên sixtekar, ev bêexlaqî nehata veşartin. Ez ê zêde dirêj nekim. Çarmîxa ku li Atîna hate amadekirin û lêxistina bizmarê pêşîn, wateya wê ya mirovî û dîrokî di vê çarçoveyê de ye. Heke dirustî hewce dike, divê aliyên wê yên siyasî û hiqûqî jî li ber çavan were girtin.
MÎXÊ DUYEMÎN LI MOSKOVAYÊ HATE LÊDAN
Mîxê duyemîn li Moskovayê hate lêdan. Li hemberî vî tiştî ez mat nemam û min xwe aciz jî nekir. Li gorî min acizbûn ne zêde watedar e jî. Min îxtîmal nedida vî tiştî ku Rûs ên ku dûrî nirxên herî bilind bin, xemeke wan a mirovî û exlaqî hebe. Rûsan di vê demê de diyar kirine ku, ew ji bo pereyan dikarin her tiştî feda bikin. Rûsya ya ku endamê Konseya Ewrûpayê ye, Peymannameya Mafê Mirovan a Ewropayê qebûl kiriye. Ji ber vê jî daxwaza min a îltîcayê qebûl nekirine ya ku di parlementoya wan de bi 298 dengên li hemberî dengekî hatiye pesendkirin û ez ji Rûsyayê derxistime, ev tiştekî derhiqûqî ye. Ev tişt eleqeya xwe bi Yekîtiya Ewropayê û bi Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê heye.
LI PÊŞ ÇAVÊN PAPA, MÎXÊ SÊYEMÎN
Li Romayê ya ku paytexta mûqeddes a Ewropayê ye, mîxê sêyemîn li pêş çavên Papa hatiye lêdan. Herçiqas Azîz Paûl yekemîn Xirîstiyan e ku li Romayê hatiye kuştin jî, ji bo min divê pêvajoyeke ji mirinê xerabtir nehata ferzkirin. Ewropa û Roma îddîaya wê ev e ku, şaristaniya hemdem temsîl dike. Divê Romayê salek beriya sala 2000’an vê pêkanîna li hemberî Saînt Paûl cara duyemîn neceribanda. Ez jî wekî wî ji Şamê dihatim. Bi qasî ku ji min bihata, min ê hin rastiyên li ser şaristaniyê vegota. Gelo çima hatin wê astê ku qebûl nekirine?
66 rojan, wekî ku ez xistibim nav qefeseke hesin bi xedarî li hemberî min tevgeriyan. Min ê qala hebûn û xwesteka azadiyê ya gelê herî kevn ê dîrokî bikira yên ku hê navê xwe nedana qebûlkirin û tu mafên wan ên mirovî nehatine naskirin. Gelekî zelal e ku, ev daxwaz li gorî nirxên siyasî û hiqûqî yên Ewropayê mafekî demokratîk e. Hurmet nîşanî vî mafî nedan. Ji bo ku ez werim revandin, her tişt kirin. Hemû fonksiyonên psîkolojîk ên çarmîxkirinê hate bi cih anîn. Divê DMME li ser vî tiştî bisekine û hesap bipirse ku çima li Romayê ya ku teşe û giyan daye Yekîtiya Ewropayê rewşeke wisa pêk hat.
KENYA, TERCÎHA EWROPA Û DYE’YÊ BÛ
Revandina min a Kenyayê bi îradeya hevpar a Ewropa û DYE’yê pêk hatiye. Rolê herî rezîl jî dan hikumeta Yewnanistanê. Çîroka vî tiştî dirêj e. Min piçekî behs kir. Heke hewce bike ez bi devkî dikarim qala vê teslîmkirina li Kenyayê bi awayekî dirêj ji DMME’yê re vebêjim. Yek ji karê herî qirêj ê komployê ev e ku bi destê yamyamên Afrîkayê ango bi Kenyayê rakirina tabûtê û çarmîxkirinê kirine. Qaşo Ewropa paqij e lê Kenyayê sûc kir! Diyar e ku Ewropa ji bo ku gelan bera ber hev bide, têra xwe tecrube stendiye. Li vê derê rolê celadên siyasî yên basît pêk aniye. Ji ber ku ji raya giştî û zagonan xwe vedigirin, ev taktîk xistine dewrê. Ango li Ewropayê karê qirêj nabe; heke bibe jî wê di nav yamyaman de be!
DIVÊ KURD Û TIRK VÊ KOMPLOYÊ BIBÎNIN
Li Kenyayê rola DYE’yê zelal e. Jixwe Serokê DYE’yê li rolê xwe û li fermana teslîmgirtinê xwedî derketiye. Li gorî min îstîxbarata Yewnanistanê û CIA’yê ev tişt ji bo hezkirina xwe ya Tirkiyeyê pêk neanîne. Li gorî min xwestine mirina min bi destê Tirkan were kirin û ev tişt armanca wan a stratejîk e. Li gorî min helwesta Îngîlîzan jî ev e. Ji ber ku min wekî berxwedêrekî hişk dijminatiya Tirkan nekir û piçekî jî artêşa Tirk bi tevdîr nêz bû, rê li ber teqandina bombeyekê hatiye girtin a ku di şexsê min de ew ê bi deh hezaran kes bimirina. Pêşiya vî tiştî hate girtin ku sedsala 21’emîn bibe sedsala şerê Kurd-Tirkan. Lê gelekî zelal e ku ev komplo gelekî namerd û rezîl e ku di lîstikên Bîzansê de jî tune. Baweriya min ev e ku, divê Kurd jî û Tirk jî vî aliyê komployê bibînin.
STRATEJIYA RASTGIRÊN ÎSRAÎLÊ
Îsraîl di warê tecrîd û teslîmkirina min de rolekî diyarker bi cih aniye. Hebûna min a li Rojhilata Navîn û afirandina xeteke nû ya di Tevgera Kurdan de, di warê stratejîk de ji xwe re wekî rakîb dîtine. Dema ku qala Tevgera Kurdan tê kirin, Îsraîl hêzên Kurd ên li Iraqê ji xwe re dike esas û bi têkiliyên piralî hewl dide hemû Kurdan têxe nav toreke stratejîk. Ji ber ku min ev tor parçe kir, serbixwe tevgeriyam û qadên hêzên nêzî wan min teng kir, wan jî li cîhanê derbarê min stratejiyek ava kirin. Dibêjim qey li gorî Îsraîlê ji Arafat zêdetir ez nayêm xwestin. Ji ber van hêmanan bi Tirkiyeyê re tifaqeke stratejîk ava kirine. Li gorî min ev xeta rastgirên Îsraîlê ye û ne diyar e ku ev tişt li gorî xeta Şîmon Perez ê çepgir çiqas hatiye qebûlkirin.
Îsraîlê beriya 9’ê Cotmeha 1998’an bi ser min ve hatiye. Haya wê ji bombekirina di 6’ê Gulana 1996’an heye û piştgirî daye. Divê li ser wê were sekinandin ku Yewnanistanê çiqasî taşeronî kiriye. Serokwezîr Prîmakov dema ku ez şandim Moskova, ev tişt têkiliya xwe bi lobiya Îsraîl û Yahûdiyan heye.Tê bîra min ku cara dawîn Arîel Şaron hatibû. Îsraîlê ji ser DYE’yê zext li Îtalyayê kiriye. Rastiya Yahûdiyan jî fermana teslîmgirtinê daye.
LI ROJHILATA NAVÎN CIHÊ GELÊ YAHÛDÎ JÎ HEYE
Ez vê helwesta Îsraîlê dişibînim tişta ku anîn serê Mûsa. Ez her dem dixwazim ku li Rojhilata Navîn a Demokratîk cihê gelê Yahûdî jî hebe. Hurmeta min ji hêza zanist, huner û felsefeya Yahûdiyan heye. Bi tiştên ku anîn serê min re, ew ê roj bi roj bibînin ku xisar dane xwe. Kurd her ku vê rastiyê bibînin, ew ê hêza xwe bi dest bixin û ew ê îspat bikin ku ew dikarin edaletê pêk bînin.
Wê bidome…