Vîkîpedîa, ansîklopediyeke dîjîtal e ku li ser înternetê tê weşandin. Xwe wek ansîklopediyeke bêalî, azad û navneteweyî pênase dike. Ji ber ku dîsa li zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûnê dest pê kir û ket rojevê. Ji bo lêkolîna grevên birçîbûnê, min xwest li vîkîpedîayê binêrim.
Grevên birçîbûnê yên ku heta niha li hemû welat û civakan hatine li darxistin parve kirine. Li Îrlanda, Hindistan, Bolîvya, Kolombiya, Îran, Kirgizistan û gelek deverên din nivîsandine. Lê yên Kurdistanê, berxwedanên gelê Kurdistanê, ji nedîtî ve hatiye û qet behs nekiriye. Her çiqas pergala cîhan û ansîklopediyên wan ên azad, berxwedana Tevgera Azadiya Gelê Kurd ji nedîtî ve were, gelê kurd, şoreşgerên Kurdistanê, di dîroka mirovahiyê de bi grevên birçîbûnê yên herî pîroz, mafdar, biryar û fedekar li dar xistine.
Berxwdana 14’ê Tîrmehê, tarîtiya zindana Amedê qetand, faşîzma 12’yê Îlonê têk bir û bingeha têkoşîna rizgariya gelê kurd avêt. Mohra xwe li dîroka gelê kurd û mirovahiyê da. Piştê vî berxwedanê, girtiyên azadiyê bi sedan caran ji bo mafê xwe yên însanî û siyasî, grevên birçîbûnê li dar xistine.
Greva birçîbûna 12’yê Îlona 2012’yan, rê li ber pêvajoyeke nû vekir. Li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû dest pê kir. Di 27’ê Mijdara 2019’an de bi pêşengiya Leyla Guven berxwedana sêyemîn a zindanan dest pê kir. Ev berxwedan 200 roj berdewam kir. Di dîrokê de cara yekem e ku ewqas kes bi girseyî û demdirêj dikevin greva birçîbûnê. Ev berxwedan jî gihîşt armanca xwe tecrîda ku demdirêj bû li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû demek kurt be jî hat rakirin. Rayedarên dewleta tirk li ber raya giştî soz dan ku wan tecrît rakiriye, lê dîsa soza neanîn cih. Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd li gor xwestek û polîtîkayên wan tevnegiya, careke din tecrît dan destpêkirin.
Di 12’yê Îlona 2020’an de, pêngava dem dema azadiyê hat destpêkirin. Girtiyên azadiyê di 27’ê Mijdarê de dest bi grevên birçîbûnê kirin û tev li vê pêngavê bûn. Greva birçîbûnê bi koman û dorveger 2 meh li pey xwe hişt û kete meha sêyemîn. Ên ku girtiyên azadiyê nas dikin û bi kevneşopiyê dizanin ku girtî bi vî rengî namînin û wê berxwedana xwe bilind bikin. Girtiyên li zindanên Tirkiyeyê, girtiyên azadiyê ne. Xwestekên wan jî ne ji bo wan, ji bo civak û gelan e. Ji bo vê yekê jî bi biryar û xwedî îradeyeke mezin in. Her tim mohra xwe li pêvajoyan dane.
A niha jî li Tirkiye û Kurdistanê, rejîmeke faşîst li ser kar e. Dixwazin rejîmeke faşîst, nijadperest û dîktator ava bikin. Vê yekê jî dixwazin li ser qetlîamên gelê kurd û têkbirina Tevgera Azadiya Gelê Kurd ava bikin. Ji ber vê yekê jî êrîşên herî dijwar û zilmek herî mezin dikin. Ev zilm û îşkence pêşî li Îmralİyê li ser Rêberê Gelê Kurd dan destpêkirin. Paşê jî belavî hemû Kurdistan, Tirkiye û parçeyên din ên Kurdistanê kir. Li hember vê yekê jî berxwedaneke bêhempa û mezin hat dayîn. Ev berxwedan li Îmraliyê dest pê kir û belavî hemû deveran bû. Berxwedan 6 sal in bênavber domand. Ev berxwedan rejîma faşîst aniye ber mirinê hêdî hêdî belav dibe û têk diçe. Her kes vê rastiyê dibîne êdî. Dîsa dizane ev têkçûna faşîzma AKP-MHP’ê bi berxwedana gelê kurd bûye. Bi pêngava dem dema azadiyê ye dixwazin bi temamî têk bibin. Ji bo têkbirina AKP-MHP’ê îmkan û derfet ji her demê bêhtir in.
Girtiyên azadiyê jî ji bo tecrîd ji ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe dest bi grevên birçîbûnê kirine. Ev tenê ne xwesteka girtiyên azadiyê ne, daxwaza hemû civakê ye. Divê civak û gelên li derve dest û mil bidin vê berxwedanê. Pêşengê pêngava dem dema azadiyê ne girtiyên li zindanê ne, mirovên li derve divê vê pêngavê bilind bikin û nehêlin girtî xwe bigihînin asteke din.
Li bakurê Kurdistanê êdî bêhna serhildanan tê. Di demên dawî de li Wan û Êlihê li beramberê ewqas zilm û zordariyê jî gel bi girseyî daket kolanan. Demeke dirêj e girseyek bi vî rengî nehatibû cem hev. Wiha xuya ye ku ev çirûskek e. Li pêş me sibat, adar û Newroz heye. Dê berxwedan û serhildan mezin bibin.
Ercan Sezgin
WELAT