NAVENDA NÛÇEYAN – Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan di 27’ê Mijdarê de ji aliyê girtiyên siyasî ve hatibû destpêkirin, îro koma 14’emîn dewr girt û grev ket roja xwe ya 70’emîn.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin îro koma 14’emîn çalakî dewr girt û çalakî ket roja 70’emîn.
Hevserokê TUHAY-DER’ê Kudret Temel derheqê grevên birçîbûnê got, ji bo ku hê hikûmet gav neavêtiye, ev dibe ku rê li ber encamên giran veke û diyar kir, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê li ser Wî ye, li ser hemû gelên Tirkiyê ye, li ser demokrasî, azadiyan e. Temel got, ”Daxwazên hevalên me têra xwe mafdar in. Li dijî neheqiya mezin a li ser wan li ber xwe didin. Ji heqê xwe zêdetir naxwazin.
Bi hinceta hêla koronayê girtiyên ku dive wan bibin nexweşxanê li hicreyên yekkesî têne bicihkirin. Mafê wan ê hewadarkirinê û xwarinê tê binpêkirin. Zextê li ser girtiyên grêvên dikin. Malbatan heta êvarî li ber deriyê girtîgehê dihêlin û piştre dibêjin cezayê hicretê li wan hatiye birîn û nahêlimn ku hev bibînin.”