NAVENDA NÛÇEYAN – Meşa Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li dijî dagirkerî û komployê, bi druşmeya ‘’li dijî dagirkeriyê dem dema tolhildanê ye, Emê teqez serbikevin’’ li navenda bajarê Dêrikê destpêkir.
Meş di saet 02:00 destpêkir û heta navenda Ciwanên Şoreşger berdewam kir. Biryare ku meş bi mêtîngekê bi dawî bibe.
Di van demên dawî de gefên dewleta Tirk a dagirker û Hevkarê wê KDP, ji bo dagirkirina Dêrikê û Rojavayê Kurdistanê zêde bune û li hember vê jî ciwanên Dêrikê bi çalakiyan û metîngan helwestên xwe nîşan didin. Ciwan van êrişan weke dewama Komploya 15ê Şibatê pênase dikin û dibêjin emê êrişên dagirkeriyê û Komploya navnetewî bi hevre têk bibin.