ŞENGAL – Xelkê Şengalê di çerçoveya redkirina peymana Bexda-Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armaca pişgirîdayîna Asayîşa Êzidxanê li pêşiya Navenda Asayîşa Şengalê kon vedane.
Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû Asayîş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 66’an de ji aliyê meclis û saziyên Şengalê ve dewam dike.
Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman. Şengalî dibêjin ku heya daxwazên wan bi cih neyên ew ê dev ji berxwedana xwe bernedin.