QAMIŞLO – Malbatên şehîdan, welatparêzên ku Serokatî ditîbûn, û şahidên Komploya Navnetewî a ku di 9’ê Cotmehê destpê kir, û heta 15’ê Sibatê bi dîlgirtina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan birêve çû, derbarê komplo û pilanên hêzên komploger nerinên xwe ji ajansa me re anîn ser ziman.
Welatparêz û bavê şehîdan Abdulbaqî Dawê ji Dirbêsiye ku wek Bavê Dijwar tê zanîn, di 1992’an de Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dîtibû. Bavê Dijwar derbarê komploya navnetewî a 15’ê Sibatê wiha nerînê xwe anî ser ziman:
“Çima tevahî dinya li ser Serokatî ev komplo çêkirin? Ji ber Serokatî mejiyek bû. Ne tenê ji bo gelê Kurd bû, ji bo tevahî gelê bindest bû. Çawa Îsa derket dayîka xwe ji zilmê xelas kir, 3’ê rojîkî axivî got tiştek dayîka min tê de tune, gote xwedê tala ez şandim. Pêxember çawa rabûn ji bo ew keçikê bi saxî dixistin bin erdê xelas bike, Serokatî jî di 7 saliya xwe de zilmê qebûl nekir, û dest bi vî karî kir. Xwedê tala ew şandî ji bo gelê bindest rizgar bike. Di dereceya yekem ji bo Gelê Kurd, lê ji bo tevahî gelan vê karê têkoşinê dimeşine. Dinya tevahî ji fikrê Serokatî tirsiyan û vê komployê pêk anîn. Ne ji şexsê Serokatî tirsiyan. Dewletê dinya hemû ket nava tevgerê ji bo Serokatî bigrin. Dewletên mezin cihê Serokatî ne li erdê û ne li ezmana hiştin. Fikrê Serokatî bi qasî vê dinyayê bû, heta ku tevahî dinya hatin ser wî. Xwestin bi komployê Serokatî bigrin, wek berê çawa Serhildanên Kurd bi girtina Rêverberê wan xelas dikirin, xwestin heman tiştin bikin. Lê Serokatî ne weke Serhildanên berê ye, ew fikreke, îdeolojiyeke.”
‘BI DÎLGIRTINA SEROKATÎ XWESTIN PKK’Ê XELAS BIKIN, LÊ BEROVAJÎ VÊ PÊK HAT’
Bavê şehîdan Abdulbaki Dawê derbarê pilanên komplogeran wiha axivî:
“Dema Serokatî destpê kir bi kesên zana wek hevalê Heqî û Kemal Pîr ku eslê xwe tirk bûn ev fikir ava kirin. Dewletên desthilatdar dît ku ev xeteriyeke ji bo tiştên ew dikin, xeteriyeke ji bo dewleta tirk, ji ber vê ev komplo çêkirin. Ji Rûsya çû Yewnanistan, ji vir çû Îtaliya heta ji Kenya derket. Ma qey kesî nikarî bû mafê sîyasî (iltica) bi dayê? Wan got em ê wî bigrin, em ê merselê bidawî bikin. Gotin ger em wî bigrin wê PKK xelas bibe. Serokatî girtin, lê berovajî vê çêbû. Esîr girtin û teslîmî dewleta tirk kirin, xistin orta bahrê de, lê Serokatî ew der kir dibistanek. Raste bi fîzîk ne nava gelê kurd û rêxistinê de ye, lê wek fikir di nava gelê Kurd, rêxistin û tevahî gelê cîhanê de ye. Îro ereb sûretê Serokatî radikin û dibêjin ‘Bijî Serok APO’. Mirovê emerîkî wusa, miletê din wusa. Dibeku wek fîzîk ne nava me de ye, lê bi rih, bi can nava gelê xwe de ye. Hêvî dikim ku wê di demek nêz de jî derbikeve. “
‘TIŞTÊN SEROKATÎ JI GELAN RE KIRIYE WÊ BIKEVE DÎROKÊ’
Bavê şehîd Zerdeşt û şehîd Jiyan ku wek bavê Şero tê naskirin û eslê xwe ji Qamişlo ye, li ser komploya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an destpê kir û ew bixwe jî buye şahidê vê komployê nerîne xwe ji ajansa me re anî ser ziman. Bavê 2 şehîdan û şahidê komploya 9’ê Cotmehê derbarê derketina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji Şamê ev agahî da: “Ji Rojhilata navîn bigre, heta Ewrûpa heta tevahî cîhanê de nema Serokatiyek wiha ji me re tê. Tiştê Serokatî ji Kurdan re, Ereban re, Ermeniyan re, Aşûriyan re, Kildaniyan re û gelên din re kir wê bikeve dîrokê. Ji ber mirovekî demokrat bû, welatparêz bû dijminê dinyayê û dijminê tevahî gelan komplo lê kirin. Serokwezirê Misrê bi yê Sûrî re bû yek û xwestin Serokatî derxin ji Sûrî. Tevahî dinya li Serokê me kombûn. Ne yek, du, sêsê dewlet, hemû bi hevre xebîtin. Heta bi îxanetê wiha mezin, ji Serokatî re gotin, me cihê te li Rûsyayê xweş kiriye, tê biçe Rûsya. Ew birin û anîn, herî dawî bi komployek wiha ew dîlgirtin. Li dijî komployê bi sedan miletê me xwe şewitandin. Em soz didin Serokatiya Partiyê, bi xwîna Şehîdan em soz dini ku heta dilopa xwînê di laşê me de heye em ji dû Serokê xwe navegerin. Em dev ji doza Serokê xwe, doza şehîdên xwe bernadin. Ev komplo ne tenê li ser Serokatî bû, li ser tevahî gel bû. Îro jî bi sedan gelê me dikujin da ku em ji dû Serokê xwe berdin. Heta em bikevin tirbê jî em li du Serokê xwe bin.”
‘SEROKATÎ BI DERFETÊN KÊM GELÊ KURD BI TEVAHÎ CÎHANÊ DA QEBÛL KIRIN’
Mihemed Emin Hac Suleyman ku di 15’ê Tebaxa 1990’an çûbû gel Serokatî, derbarê Komploya Navnetewî wiha axivî:
“Bi rastî jî Serokatî mirovekî pirr zana ye. Xwe nas dikir, miletê xwe nas dikir, hêza xwe nas dikir û dijminê xwe nas dikir. Ji ber vê jî dikarî bû hemû pilanên dijmin vala derxe. Min derfetên pirr kêm, hêzek mezin ava kir. Bi kêm îmkanî dikaribû xwe li tevahî dinyayê bide qebûl kirin. Vî gelî ji asta lawaztiyê û nezantiyê derxist, gihand asta ku gelê Kurd li tevahî cîhanê bê qebûl kirin. Îro YPG-YPJ bûne sembolê berxwedanê. Ev berxwedan bi fikir, felsefe û xeta Serokatî pêş ket. Em dipirsin, çima Serokê me dîl girtin û teslîmî dijminê me dikin. Xuya ku emerîka û heta astekê îsrael li pişt vê komployê ye. Girtina Serokatî li Kenya pêk hat. Li vir lobiyê Îsrael pirr xurt bû. Xwestin Tevgerê di şexsê Serokatî de esîr bigrin. Ji bo bikarin jihev de bixin û bi dest bixin, da ku pê armancên xwe pêk binin. Bi dilgirtîna Serokatî di nava Tevgerê de Konseyek hate ava kirin, ev Konsey nehişte ku Tevger belav bibe. Serokatî ciqasî dîl hatibe girtin jî, îro fikrê wî li gel me ye. Rêveberiya me hin Serokatî dike. Em ser şopa wî, ser axaftinên wî dimeşin. Em gotinên Serokatî esas digrin.”
‘ÎMRALI JI BO ME BÛ QIBLE, JI BO DIJMIN BÛ GORÎSTAN’
Rêveberê PYD’ê yê Dirbêsiyê Mihemed Nebi Kutê ku di 27’ê Mijdara 1995’an bi wesîleya pîrozbahiya damezrandina partiyê çûbû cem Rêberê gelan Abdullah Ocalan, li ser komplo ev tişt got:
“Di 9’ê Cotmeha 1998’an de em cardin çûn Şamê ji bo em Serokatî bibînin, lê Serokatî ji Şamê derxistibûn. Xwestin tevahî kampê vala bikin. Ji wê rojê komploya navnetewî destpê kir. Ji aliyekî de Îsrael, ji aliyekî Tirkiye bi destê Emerîka tevgerên Gladio dan destpê kirin. Di 9’ê Cotmehê Serokatî derket me ew ne dît. Ev komploya ku bi ti awayî rengê mirovatiyê tê de tune, destpê kiribû. Xwestin Serokatî ji Gel, ji Şoreşê qut bikin. Bi Îmraliyê xwestin Gorîstanek ava bikin ku di şexsê Rêber APO tê de Kurdan û Tevgera Azadiyê bixin tirbê. Em hertim vê dibêjin, Serokatî nebû gorîstanek, bû qibleyek ji bo vî gelî. Em hertim hêza xwe ji Rêber APO distînin. Hêviya me Rêber APO ye. Dijmin çiqasî jî bi çekên xwe yê mezin êrîşî me bikin, em ê li berxwe bidin. Berxwedan Jiyan e.”