NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Çanda Meclîsa Şaredariya Osloyê serî li ber tehdîdên Wezareta Karê Derve ya Tirk nedanî, daxwaza rakirina pêşangeha Hunermenda Kurd Gelawêj Welîdxanî red kir.
Sensûra Wezareta Karê Derve ya Tirk a ji bo pêşangeha Hunermenda Kurd Gelwêj Welîdxanî ya li Oslo ku bi navê ‘Rojav; Şoreşa Jinê’ bi ser neket. Di daxuyaniyên ji aliyê komeleyên Tirk ve hatin kirin, Norweç tehdîd kirin, Komîteya Çandê ya Şaredariya Osloyê ji bo rakirina berhemê bi piraniya dengan gotin; ‘Na’.
Pêşangeha Walîdxanî ya li Osloyê bê navber tê nîşandan.
Wezareta Karê Derve ya Tirk, dîsa zêdetirî 300 Tirk û Sefaretxaneya Tirk a li Osloyê xwestin ku berhem li Kolana Rosenkrantzê bê rakirin.
Ji Partiya Sor a Norveçê Eîvor Evenrûd diyar kir ku ev hûner di çarçoveya mafê azadî û demokrasiyê de ye.
Lîerê koma meclîsa şaredariyê ya ji Partiya Çep a Muxalefetê Ann Haabeth Rygg jî diyar kir ku ji biryarê memnûnin û got: “Sansûr ji bo hûnera nunerên hatine hilbijartin nayê kirin.”