NAVENDA NÛÇEYAN –
Bi fermana serokomarê Tirk Erdogan, di 1’ê Çileyê 2021’ê de li çar zanîngehên Tirkiyê qeyûmên AKP’ê wekî rektor hatin bicihkirin. Ango çar zanîngeh hatin dagirkirin. Yek ji wan zanîngehan jî ya Bogazîçî ye. Lewma jî ji serê salê û vir ve li zanîngeha Bogazîçî ya Stenbolê çalakiyên xwendekaran hene. Xwendekarên li zanîngehê li dijî qeyûmê AKP’ê rabûne ser piyan. Ev çalakî heta niha jî dewam dikin û li gelek bajarên Tirkiyê jî belav bûne. Tirsa desthilatdariya AKP-MHP’ê jî ew e ku ev nerazîbûn bibe wekî ya dema berxwedana Geziyê. Ji ber ku gelek hunermend, rewşenbîr û kesayetên navdar ên Tirkiyê jî nerazîbûna xwe li dijî qeyûmê AKP’ê tînin ziman û piştgirîiyê didin çalakiyên xwendekaran.
Rektorê ku zanîngeh dagir kiriye, navê wî Melîh Bûlû ye. Eger em li kesayeta wî binêrin zilamê Erdogan e. Ji sala 2002’yan û vir ve bi AKP’ê re dixebite. Di wê salê de li Stenbolê di avakirina navendên AKP’ê de cih girtiye. Di sala 2009’an de xwe kir bernamzetê şaredariya Ataşehîrê. Dîsa di sala 2015’an de ji Stenbolê bû bernamzetê parlamenteriyê. AKP’ê dît ku nikare wî li deverekê bi cih bike, lewma jî ew kirin qeyûm û şandin zanîngeha Bogazîçiyê. Tişta ecêb jî, ev kes di sala 1992’yan de li zanîngeha Bogazîçî perwerde bûye, doktora xwe çêkiriye. Gelo wê demê heman tişt li zanîngehê biqewimiya, helwêsta wî wê çi bûya ?
Îca, ne tenê zanîngeha Bogazîçî. Sê zanîngehên din jî bi destê qeyûmên AKP’ê hatin dagirkirin. Lê helwêsta xwendekarên wê zanîngehê zêdetir li pêş e. Li heman zanîngehê di dema dagirkirina Efrînê de jî helwêsta xwendekaran hebû. Wê demê li zanîngehê faşîst û nijadperestan loqûma dagirkeriyê belav dikir. Hin xwendekarên welatparêz û demokrat jî nerazîbûn nîşan dan û gotin, loqûma dagirkeriyê çênabe. Ji ber vê yekê komek xwendekar hatin girtin û doz li wan hat vekirin. Hê jî dadgehkirina wan xwendekaran dewam dike û dadgeriya Tirk cezayê girtîgehê ji wan re dixwaze.
Helwêsta xwendekarên li zanîngehan girîng e. Ji ber ku ji salên 1970’yî şûnde li Tirkiyê tevgerên xwendekaran derketin pêş. Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan û Îbrahîm Kaypakkaya çend pêşengên van tevgeran bûn. Li dijî wan xwendekaran û hevalên wan komkujî çêbûn. Tevgera ku ji wê demê maye jî niha PKK ye. Rêber Apo di her axaftin û nivîsa xwe de qala wan rojan dike û dibêje, PKK ji bo xwedîderketina li doza wan xwendekaran ava bû. Ji wê demê û şûn ve jî yên ku rêberî ji civakê re kirin xwendekar bûn. Zanîngehên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê jî bi vê rola xwe rabûn û heta çend salên dawî jî bi vî rengî tevgeriyan. Lê ji bo îro em nikarin heman tiştî bibêjin. Erê rast e, nerazîbûnek heye û girîng e. Lê divê ev nerazîbûn ne tenê li dijî rektorekî AKP’ê be. Mîraseke mezin a têkoşîna xwendekaran li Tirkiyê heye û niha ev yek firsendek e.
Îro em dibînin ku Tirkiye veguheriye welatekî qeyûman. Di 5 salên dawî de bi awayekî fermî şaredariyên HDP’ê tên dagirkirin û qeyûmên AKP’ê li wan tên bicihkirin. Heman tişt ji bo baro û saziyên din ên Tirkiyê jî lê ye. Lê wekî ku cara pêşî qeyûm hatibe, nerazîbûn heye. Dema ku şaredariyên HDP’ê hatin dagirkirin diviyabû civaka Tirkiyê ji bo demokrasiyê rabûya ser piyan. Dema ku parlementer û şaredar hatin girtin, diviyabû nerazîbûna xwe nîşan dabûna. Eger zanîngeh cihê ilm û zanistê ye û ew xwendekar wê siberoja vî welatî diyar bikin, divê wê demê jî li qadan bûna. Mesele ne tenê qeyûmekî AKP’ê yan jî dagirkirina zanîngehekê ye. Îro li her beşê civakê qeyûmên AKP’ê hatine bicihkirin. Lewma jî eger berxwedanek hebe divê giştî be. Bi tenê li zanîngehekê rabûna ser piyan wê dawî li qeyûman neîne. Eger karkerên şaredariya Amedê û xwendekarên li zanîngeha Bogazîçiyê bibin yek wê karibin dawiyê li qeyûman bînin. Ji ber ku niha dema wê ye.
Aslan ASLAN
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA