NAVENDA NÛÇEYAN –
Wek tê zanîn Komploya navnetewî nêzîk buye. Dîsa dewleta faşîst gefên xwe li ser Dêrîk û Şengalê berdewam dike. Niha jî PDK’ê deriyê sînorê di navbera Rojava û Başûr de girt. Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwanên Şoreşger li dijî van polîtîkayan meşeke protestoyî li darxist. Emê li ser van mijara nêrînên Ciwanan bipirsin.
“Navê min Mihemed Ebdilezîz Husên ez li bajarê Dêrîkê me.
15’ê Sibatê rojeke reşe ji bo me kurda. Vê rojê de Serokê me hate girtin. Lê emê muhaqak Serokê xwe li heps û zindanan rizgar bikin.
Em dewleta Tirk ya faşîst re dibêjin ku heta Ciwanekî Kurd hebe hun nikarin gavekî ber bi Rojavayê Kurdistanê ve bavêjin.
Em siyaseta PDK’ê baş nas dikin. Hêzên xwe li Şengalê kişandin ji ber vê bûn sedema dagirkirina Şengalê. Ji ber vê xiyanet xwîna wan de heye.”
Ji bajarê Dêrîkê Jina Ciwan ya ku bi navê Dilbirîn jî waha got:
“Em li serî de komployê şermezar dikin. Ev 22 sale Serokê me dîl girtî ye. Em ciwan û millet çi destê me bê ji bo azadiya Serokatiya xwe emê bikin. Tirk dixwazin êrişê Dêrik û Şengalê bikin. Amadekariyê ciwan û gel ve hene.
PDK’ê jî deriyê sînor girtî ye. Em vê tiştê jî şermezar dikin. Em mesaj didin Erdogan, bila bizanibe ku em tu carê dev ji welatê xwe jî Serokatiya xwe jî bernadin.”
Jina ciwan ya ku li Kobanê yî a bi navê Silava Boz got ku:
“15’ê Sibatê li ser me gelê Kurd weke roje ke reş te zanîn. Ji ber ku Serokê me vê rojê de hat girtin. Em vê komployê nelet dikin. Em wek jinên Şoreşger soz didin Serokê xwe emê li ser xeta Serokê xwe bimeşin.
Dewleta Tirk wek Serêkanî û Gre Spî dixwazê Dêrîkê jî dagir bike. Naha di vê mijarê de gefa dixwe lê em destûr nadin ew welatê me dagir bikin. Ji bo girtina deriyê Sêmalka jî PDK îxanetê dike. Em wan nelet û şermezar dikin.”