NAVENDA NÛÇEYAN – Girtiyên PKK û PAJK’ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine, 72 roj in li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 51’emîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 34’emîn de didome.
Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 21 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan didomin, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyên siyasî ku koma 15’emîn dewr girtiye, di roja 72’yemîn de didome.
GREVA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 51’EMÎN DE YE
Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê kanûna 2020’an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 51’emîn de didome.
LI YEWNANISTANÊ DI ROJA 34’EMÎN DE YE
Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 34’emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.