NAVENDA NÛÇEYAN –
Yeko ARDIL nivîsand
Tirs weke hêman an jî parçeyekî xwezayî ya bi mirovan û bi giştiya candaran ve ye. Rastiyeke wisa ye ku destpêka wê jî bi qasî afirandinên kevin e û hîna jî zanistî bênavber li ser kar dike, lêkolîn û ceribaninên dûr û dirêj pêk tîne.
Di nav candarên bê îradê û bê zanîn de jî tirs heye. Mirov jî weke hêmaneke ji vê gerdûnê û wisa tê qebûlkirin ku serdemên ajalî jî bi demdirêjî jiyaye, bi hest û hîsa tirsê re ji nêz ve têkildar e. Ya ku cudahiyê dixe navbera tirsa mirov û heywanan rista mêjî ye. Ji ber ku mêjîyê mirovan cudatir kar dike, dikare bandorê li ser hest, liv û lebatê bike. Lewre tirsa mirovan ji mêj ve weke rastiyekê nayê qebûlkirin, hatiye dîtin. Nav û nasnavên weke tirsonek, bizdonek û newêrekiyê kes li ser xwe qebûl nake. Ti kes zû bi zû li tirsa xwe jî mikur nayê.
Helbet ev rastî jî weke gelek xal û rewşên jiyanê ji bo her mirov, civak û gelî jî guherbar e; Ewrûpiyek zû bi zû ji esker, polês û ji karmendên dewletê natirse, lewre ji bo wan ew kes, mirovên wisa ne ku bi heq ji bo civakê kar dikin. Heta li gorî qanûnan tevbigerin, ew dikarin bi ser de jî ji wan kesan hesab bipirsin, lê ji bo Kurd, Tirk, Filîstînî û Tamîliyekî ev rewş pirr cuda ye. Gelekî ku zarokên xwe bi tirsa hatina “Eskerê Romê” di xew re kiribe, ji bo wî esker û polês û bi giştî dewlet, hêza herî wehşî û xerabker a li dinê ye. Ew civaka ku hinde bi tirsê hatiye vestirandin çawa kariye ev çend leheng û wêrekên dîrokî derxîne? Ev jî bi serê xwe hêjayê pirs û lêkolînê ye.
Li aliyê din gava em dêna xwe didin rastiya xwe û dîmenên welatê xwe tînijn ber çavî em dibînin ku bandora hêmana tirsê hîn jî gelek li ser me ye. Ne hewce ye mirov vê babeta kûr û fireh hinde bi dar û çiqilan ve hilawestîne. Hema li ser vê meha em tê de ne rawestin. 22 sal in her sal ev meh ji bo gel sedemê reşgirêdanê ye. Ji ber sedemên dîsa bi vê mehê ve girêdayî niha bi hezaran kes di zindanên dijminan de di çalakiya birçîbûnê de ne. Li her devera dinê li gorî hêza xwe têkoşîneke bênavber ji bo bêyomiya ku beriya bi 22 salan bi serê gel de hatibû ji holê rakin, di nav xebatê de ne.
Ev êş û ked tevde ji bo rewşa dijwar a Abdullah Ocalan in. Niha li gelek welatan xebatên ji bo azadiya wî li dar in. Berê xwe bidin nûçeyan, hûn ê bi dehan çalakiyên ku ji aliyê biyaniyan ve tên birêvebirin, bibînin. Lê beşek bijareyên me ku rewşenbîr jî serkêşiya wê dikin, hîna jî di guhê gê de ne. Li quncikên wan binêrin, mîna ku li heyvê dijîn, li naveroka nivîsên wan binêrin mîna Tirkên spî, li rewş û timtêla wan binêrin mîna pif bikine ewran dilebitin. Baş e, gelo ev çiqas rastî û wêrekî ye. Helbet ne hedê kesî ye dest di nivîs û berhemên rewşenbîr û hunermandan werde, lê gelo hîç bala wan nakişîne? Çima salê carekê jî be ji bo wan nabe mijar? Dibe ku karên ew dikin, bilindtir û watedartir bin, lê rewşa gelê xwe hîç nabînin?
Ez vêna bi tirsê ve girê didim. Mixabin em ditirsin. Tirsên me jî cûr bi cûr in. Gelek kesan li dijî dijminan bi wêrekî li ber xwe dan, lê di warên din de dibînî ku xwe nadin pêş. Weke mînak li Ewrûpa rewşenbîrên me zêde beşdarî li tevgerê nakin, çima? Baş bikolin, di bin wê de jî tirs heye. Lewra gelek dewletên Ewrûpî ne kêmtirî Tirkan dijberî Kurdan in û ji bo têkoşînê li vir jî wêrekiyek divê. Carna ji ber nivîsek jî mirov dikare destên dewletên Ewrûpî di sînga xwe de bibîne. Her wisa gelek rewşenbîrên me jî ji desthilata navê Kurdî li ser ditirsin. Naxwazin bi wan re bên hemberî hevdu. Di vê dema ku serokwezîr û serok komar jî ji nav me derdikevin de ji devê kesekî ji bo azadiya Ocalan nameyek hatiye belavkirin? Ma wê Tirk serê birêz Berhem Salih jêkin?
Niha gel ketiye pêşiya civakê û dimeşe. Em jî mîna ku li planeteke din bijîn wisa lê temaşe dikin, mixabin.
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA